Serokê Baroya Şirnexê: Ewlehiya canê kesî ji me tune ye 2022-04-11 13:51:42   ŞIRNEX - Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz, derbarê Parêzer Serkan Karakaş ku polîs erebeyê lêdabû û bi giranî birîndar bû de axivî û got: "Ev rewş nîşan dide ku ewlehiya canê tu kesî ji me tune ye."   Baroya Şirnexê, li ber Edliyeya Şirnexê derbarê rewşa parêzer Serkan Karakaş ku qomserekî polîsan mexsûs wesayîtê lêqelibandibû daxuyanî da. Endamê Lijneya Rêveberiya Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Alî Bayram, Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz û nûnerê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê Şirnexê Samet Ataman û gelek parêzer tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz axivî û derbarê bûyerê de agahî dan.    DOZGER ÎSTIREHATA XWE XERA NEKIR!   Dîlsîz, diyar kir ku polisê wesayîtê li parêzer Serkan Karakşa qelibandiye li Xizmetên Piştgiriyê ya Miduriyeta Polisan a Şirnexê qomser e û beriya niha hempîşeyên xwe jî bi zanebûn birîndar kiriye û wiha got: "Dema ku Parêzer Karakaş bi xerabûna wesayîta xwe re mijûl bûye, polis bi wesayîtê di ber re derbas bûye û piştî ku wî dîtiye bi xizeke zêde bi paş ve hatiye û lêqelibandiye. Ji bo ku lêpirsîn bi awayekî bealî bê kirin û delîl bên komkirin hevalên me yên parêzer gelek hewldan dane lê mixabin dozgerê nobedar ê lêpirsînê nebûye hevparê vê hewldana hevalên me û îstireheta xwe xera nekiriye. Rexmî ku tişta polis kiriye hewldana kuştinê bûye jî dozgerê lêpirsînê piştî ku îfadeyê wî girtiye ew binçav kiriye."   LI XWE MIKÛRHATINA POLIS   Di berdewamê de Dîlsîz, destnîşan kir ku piştî polis li xwe mikûr hatiye û qebûl kiriye ku mexsûs wesayîtê li Karakaş xistiye û hatiye binçavkirin û bi vê derketiye holê ku "pêşdaraza" li parêzeran çiqas mezin e û ev tişt anî ziman: "Ev bûyera xeternak a li dijî hevalê me yê ku nûnertiya meqamê parastinê dike nîşan dide ku ewlehiya canê tu kesî ji me tuneye. Li cihê ku ewlehiya canê parêzer tunebe ne pêkane ku behsa ewlehiya canê welatiyan bê kirin. Em careke din bang dikin; polis ji peywirê be girtin û em vê êrişa li dijî parêzer û Serokê Navenda Mafê Parêzeran qebûl nakin. Weke Baroya Şirnexê, ji bo pêvajoya lêpirsînê bi awayekî durist bê meşandin û faîl cezayê pewîst bigire, ji raya giştî re radigihînin ku em ê bûyerê bişopînin."   PARÊZERÊ ABDÛLGAFFAR DAYAN E   Li aliyê din Karakaş parêzeriya malbata Abdulgafar Dayan ku di 24'ê çileyê de dema ku çebû dersxaneyê polisên parastvanên qeyûm û qaymeqamê Cizîrê bi wesayîta bi tîpa Ford Ranger lêqelibandibû, dikir.