Ferît Şenyaşar: Bila daxwaza me ya edaletê bi cih were 2022-04-11 12:42:41   RIHA - Ferît Şenyaşar di roja 399’emîn a nobedê de xwest daxwaza wan a heq, hiqûq û edaletê were bicihanîn.    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît (Malbata Şenyaşar) a li ber Edliyeya Rihayê di roja 399’emîn de berdewam dike. Dayik û kurê xwe wek her roj li ber edliyeyê rûniştin û nobeda xwe dan destpêkirin.    ‘BILA DEWLET LÊBORÎNÊ BIXWAZEE’   Ferît Şenyaşar derbarê nobeda digirin de axivî û bi bîr xist ku nobeda wan li gel hemû zilma li wan tê kirin jî didome. Şenyaşar diyar kir ku îro salvegera 102’yemîn a “rizgariya” bajarê Rihayê ye û wiha got: “Rayedar îro peyaman belav dikin û vê rojê pîroz dikin. Niha em di sedsala 21’emîn de ne. Qesra Edliyê ya Rihayê di warê bêhiqûqiyan de ketiye rewşa paytextiyê. Salek Qesra Edliyê ya Rihayê di rojeva Meclisê û Tirkiyeyê de ye. Ez ji vir carek din bang li rayedaran dikim. Tirkiye hemû li vê neheqiyê temaşe dike. Rihay temaşe dike. Ev neheqî jibo Rihayê deqeyek reş e. Bila dewlet were ji dayê lêborînê bixwaze û daxwaza heq, hiqûq û edaletê bi cih were. Bila vê deqa reş li Rihayê ji holê were rakirin.”