Ajokarên 17 TIR'an li Zaxo di hesarê de man! 2022-04-11 10:59:12 RIHA - Ajokarên 17 TIR'an ên ji Rihayê ku ji navçeya Akhîsar a Manîsayê bar dikişandin bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistanê, ji ber ku dorseyên wan hatine desteserkirin 18 roj in nikarin vegerin.    Ajokarên 17 TIR'an ên ji Rihayê ku ji navçeya Akhîsar a Manîsayê makîneyên kargehan dikişandin bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistanê, ji 13 adarê ve li stasyona petrolekê asê mane. Ajokaran, ji bo makîneyan bibin Zaxoyê bi Şîrketa Lojîstika Transê ya Aydinê ku li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ye re li hev kirin û di 13'ê adarê de makîneyan li navçeya Akhîsarê ji şîrketa ECM Makîneyê teslîm girtin. Ajokaran weke ku li hev kiribûn makîneyan ji Akhîsarê birin Zaxoyê û xwestin radestî kesê bi navê Serdar Îsa bikin. Lê ji ber ku şîrketa bi navê "Salaei motors company for general tradınğ autom obıle tradıng" a li Bexdayê ji wan re dibêje, 'heke makîne li Zaxoyê bên danîn dê xesar bigihîje wan, divê hûn bînin Bexdayê' ji ber vê makîne li Zaxoyê nehatin danîn.    Ji ber ku destûra wan a derbasbûna wan herêmên di bin kontrola Hikûmeta Bexdayê de tunebûye, dorseyên TIR'ên 17 ajokaran bi TIR'ên cuda ve tên girêdan û ber bi Bexdayê ve tên şandin. Rexmî ku Şîrketa Lojîstika Transê ya Aydinê û şîrketa ku ji Bexdayê makîneyan xwestiye sozên rojek şûn de dorseyên wan radestî wan bên kirin jî18 roj in dorse radestî ajokaran nehatine kirin.    NIKARIN VEGERIN   Makîneyên li dorseyan barkirî, ji ber sedemeke nediyar li nuqteyeke gumrukê ya di navbera Misûl û Hewlerê de hatine sekinandin. Tê gotin ku hêzên girêdayî Hikûmeta Navendî ya Bexdayê hem makîneyan hem jî dorseyan desteser kiriye. Ajokarên ku 18 roj in nikarin vegerin Rihayê, li ofîseke petrolê ya Zaxoyê ku bi qasî 10 kîlometreyan dûrî Deriyê Sînor ê Xabûrê ye bi cih bûne û ji bo çareseriyê ne Şîrketa Lojîstika Transê ya Aydinê ne jî şîrketa Bexdayê ku ji wan makîneyan xwestiye li wan venagerin. Ji ber ku bo dorseyan derbas bûne destûr nayên dayîn ku ajokar bêyî dorse ji Herêma Kurdistanê vegerin Tirkiyeyê.    'EM LI BENDA ALÎKARIYÊ NE'   Ji ajokarê bi navê Eyyup Agolday, derbarê mijarê de wiha axivî: "Ne xwarina me ne jî perê me ma. Em di reşweke perîşan de ne. Kes bi me re mijûl nabe. Pereyen gelek hevalên me qediyane, em perîşan bûne. Malbatên me meraqa me dikin. Me jî gelek bêriya hevalên xwe kiriye. Em nikarin vegerin Tirkiyeyê. Dibêjin heta dorseyên we neyên em destûr nedin ku hûn vegerin. Em hatin deriyê sînor gotin, 'destûr tuneye'. Agahî nadin me ku çima dorseyên me hatine desteser kirin. 18 roj in em li vir tên rawestandin. Xesara me gelek mezin e."   MA / Emrûllah Acar