Polîsan bi ser avahiya HDP’ê ya Cizîrê de girt 2022-04-11 10:25:01   ŞIRNEX - Polîsan di saetên serê sibehê de bi ser avahiya HDP’ê ya Cizîrê de girt. Di encama serdegirtinê de 5 HDP’î hatin binçavkirin.    Polîsên tîmên taybet di saetên serê sibehê de bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê de girtin.    Di dema serdegirtinê de deriyên avahî hatin şikandin û polîsan bi botên xwe dan ser cilnimêjan. Polîsan du saetan li avahiya HDP’ê lêgerîn kirin û piştre jî li taxên Cûdî, Dagkapi, Nûr, li gundê Dîrseklî û li xaniyên komelî yên Dîrsekliyê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtina malan de Hevserokê HDP’a Cizîrê Mesût Nart, ji rêveberên HDP’ê yên navçeyê ku keça wê Yasemîn Çikmaz di jêrzemînên wehşetê yên Cizîrê de hatibû qetilkirin Esmer Çıkmaz a 50 salî, Osman Kuçuk, Maruz Erîş û Şerîf Elçîoglu hatin binçavkirin.    Nehat zanîn bê ka ev kes bi kîjan sedemê hatine binçavkirin û niha li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê tên ragirtin.    Hat gotin ku dê di saetên pêş de têkildarî serdegirtin û binçavkirinan li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî bê dayîn.