Li Şaredariya Cizîrê talan e: Parka Çarkendalê ji bo 25 salan hate bexşkirin 2022-04-11 10:01:43   ŞIRNEX - Talana qeyûmên Şaredariya Cizîrê ya neguhêzbatan bênavber didome. Parka Çarkendalê (Sûr) ji bo 25 salan bexşî Midûriyeta Ciwan û Werzîşê ya Navçeyê hate kirin.    Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adara 2019’an de namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bêrîvan Kutlu û Mehmet Zirig ji sedî 77’ê dengan hilgirtin û bûn hevşaredar. Hevşaredaran, Şaredariya Cizîrê bi 200 milyon û 793 hezar lîreyan deyn dewr girtibûn. Dema hevşaredaran dest bi peywira xwe kirin, dîtin ku avahiya şaredariyê jî ji hêla qeyûm ve dewrî qeymeqamtiyê hatiye kirin. Di 29’ê cotmehê de jî wezareta karên hundir hevşaredar Kutlu û Zirig ji peywirê girt û qeymeqamê navçeyê Davût Sînanoglu weke qeyûm li şûna wan tayîn kir. Du sal piştre, di 21’ê tebaxa 2021’an de jî Sînanoglu ji peywirê hate girtin û Qeymeqamê Hawêl a Sêrtê Mehmet Tunç li şûna wî tayîn kir.    Di vê navberê de ji hêlekî ve qeyûman şaredarî xiste bin deynên giran û li rexa din jî neguhêzbarên şaredariyê yek bi yek dewrî saziyên cuda kirin. Şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de niha jî Parka Çarkendalê (Sûr), bexşî Midûriyeta Ciwan û Werzîşê ya Cizîrê kir. Parka Sûrê ku di nava gel de weke Parka Çarkendalê tê zanîn, li Taxa Sûrê ye û li ser 22 donumên erd hatiye çêkirin. Qeyûmê Cizîrê ji ewil derdora parkê bi têlan girt û mîna girtîgehê lê kir. Hat zanîn ku qeyûm parka behsa xeberê ji bo 25 salan bexşî Midûriyeta Ciwan û Werzîşê ya Cizîrê kiriye.    NEGUHÊZBARÊN HATINE DEWRKIRIN   Ji 17’ê mijdara sala 2016’an ku qeyûm hatibû tayînkirin heta niha, anku di nava 5 salan de 12 neguhêzbar di serî de qeymeqamtî, emniyet û midûriyeta perwerdeyê ya milî, dewrî saziyên cuda hatin kirin.    Hinek neguhêzbarên bi destê qeyûman pêşkeşî saziyan hatine kirin ev in:    * Navenda Çandê ya li Taxa Nûh, di 29’ê cotmeha sala 2019’an de bi bihayê 11,917,667.97 lîreyan dewrî Midûriyeta Emniyetê hate kirin.   * Avahiya Xizmetê ya Şaredariyê ku li Taxa Şahê ye, dewrî Qeymeqamtiya Cizîrê hate kirin.    * Qesabxaneya li Taxa Yafesê di 1’ê cotmeha 2018’an de dewrî Midûriyeta Perwerdeya Millî hate kirin.   * Qada Cumhuriyetê ya li Taxa Nûrê ku bi tevahî kirine beton, di 1’ê cotmeha 2018’an de dewrî Midûriyeta Emniyetê hate kirin.    * Qada agirkujiyê ya li Taxa Kaleyê ku amûrên şaredariyê li dihatin parkirin, di 4’ê sibata 2019’an de dewrî Serdozgariya Komarê ya Cizîrê hate kirin.    * Çayxaneya Mîllet a li Taxa Dîcleyê di 11’ê çileya 2019’an de dewrî Midûriyeta Perwerdeya Millî hate kirin.    * Navenda Zanistê ya li Taxa Konakê ku milkê xizîneyê ye, di 8’ê çileya 2019’an de dewrî Midûriyeta Perwerdeya Millî kirin.    * Navenda Jinan a Sitiya Zîn di 8’ê çileya 2019’an de dewrî Midûriyeta Perwerdeya Millî hate kirin.    * Navenda Jinan a Nûr û Mala Şînê ya li Taxa Nûrê, di 8’ê çileya 2019’an de dewrî Midûriyeta Perwerdeya Millî hate kirin.    * Qursa Qur’anê ya Îbnûl Cezerî ku li Taxa Dagkapiyê bû, di 8’ê çileya 2019’an de dewrî Miftîtiya Navçeyê hate kirin.    * Rêya ber bi emniyetê ve diçe ya li Taxa Konakê (235 beş û 47 parsêl), di 8’ê adara 2019’an de dewrî Midûriyeta Emniyetê hate kirin.    * Rêya ber bi emniyetê ve diçe ya li Taxa Konakê (238 beş û 9 parsêl), di 8’ê adara 2019’an de dewrî Midûriyeta Emniyetê hate kirin.