Şaredariya AKP’yî ji bo xwarin û diyariyan 792 hezar lîre xerc kiriye 2022-04-11 09:08:34   MÊRDÎN - Derket holê ku Şaredariya Artukluyê ya AKP’yî di bin navê “mêvanperweriyê de” 620 hezar lîre ji bo xwarinê û 172 hezar lîre jî ji bo plaketên wereq ên bi zêr û diyariyan xerc kiriye.   Şaredariya Artûklûyê ya AKP’yî ku piştî şaredariyên li Mêrdînê di bin rêveberiya qeyûman de bi nelirêtiyan ji rojevê nakevin, kirîna diyariyan û xerckirina xwarinê ya di vê qeyranê de mirov matmayî hiştin.    PLAKETÊN WEREQ ÊN BI ZÊR   Balkêş e ku Şaredariya Artûklûyê plaketên ku bidin mevanan û kesên tevlî organizasyonan dibin, wereq ên bi zêr in. Ji bo plaketên wereq ên bi zêr ku tê dîtin ji firmayeke ceyranê hatiye stendin, ji budçeya şaredariyê 138 hezar û 650 lîre hatiye xerckirin. Her wiha di qeydan de heye ku şaredariyê bihayê 8 hezar lîreyan tizbiyên zîv, kilîldank û pênûsdank kirîne.   Dîsa ji bo ku bidin hin mevanan gömlek, qirewat û çenteyên jinan hatine kirîn. Di qeydan de tê dîtin ku şaredariyê 26 gomlekên zilaman, 26 qirewat û 5 çenteyên jinan kirîne. Bihayê gomlekan ji 404 lîre 50 qurîşan bi komî dike 10 hezar û 517 lîre, bihayê qirewatan ji 272 lîreyan bi komî dike 7 hezar û 72 lîre, bihayê çenteyên jinan jî ji hezar û 694 lîreyan bi komî dike 8 hezar û 473 lîre. Bihayê gomlek, qirewat û çenteyên hatine kirîn bi komî dike 26 hezar û 62 lîre.    BIHAYÊ XWARINÊ 620 LÎRE YE   Yek ji lêçûnên herî mezin ên şaredariyê, bû lêçûna xwarinê. Tevahiya fatûreyên ku di bin navê “vexwendnameyên mêvanperwerî û şîvê” de hatin dayîn weke 620 hezar lîre hat dîtin.    MA / Ahmet Kanbal