Sûr pêşkeşî komele û cemaetan hate kirin 2022-04-11 09:02:52 AMED - Cemaet û komeleyên ku bi nêzîkbûna xwe ya bi hikûmetê re tên nasîn, li navçeya Sûrê li avahiyên ku nû hatine çêkirin û radestî xwediyên wan nehatine kirin, bi cih dibin.  Li navçeya Sûr a dîrokî piştî di sala 2015’an de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin, li gelek taxan gelek avahî hatibûn xerakirin. Li şûna avahiyên hatibûn xerakirin avahiyên nû hatibûn çêkirin, lê radestî xwediyên wan nehatibûn kirin. Niha ew avahî şûna ku radestî xwediyên wan bên kirin, pêşkeşî cemaet û komeleyên cuda ku nêzîkî hikumetê ne, tên kirin. Li gelek avahiyên ku rex sûran li Taxa Fatîh hatine çêkirin, Alîkariya Hayrat, Komeleya Alîkarî û Ciwanan a Dîcle Îlîm Îrfan (DÎGED) û Navenda Çand û Ciwanan a Zemzem a girêdayî DÎGED’ê bi cih bûn. Cihek jî dan Weqfa Bi Hêzkirina Teşkîlata Edaletê û firmaya SAMABÛRSA ku karên restorasyona li Sûrê bi rê ve dibe.    PLATOYA TRT’YÊ   Hin cihên ku qada ew avahî lê ne jî ji bo platoya rêzefîlmê TRT Kurdî tên bikaranîn. Avahiyên nû ji bo rêzefîlmê TRT Kurdî veguherandin firin, mêvefiroş û çayxaneyê. Her wiha ji bo rêzefîlm, dekora hin kuçeyan jî hatiye guherandin.    SERMAYEDAR LI SÛRÊ NE!   Li Hasirliya ku yek ji 6 taxên piştî qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê hat xerakirin, 52 dikanên ku înşaeta wan qediya bû, di 10’ê Sibatê de ji aliyê Şîrketa Bazirganî û Xizmetên Rêveberiya Emlakê ya girêdayê Îdareya Avahiyên bi Komî (TOKÎ) ve bi mezadê pêşkeşî sermayedaran hatibû kirin. Tenê sermayedarên ku vexwendname ji wan re hatibûn şandin tev li mezadê bûbûn.