Guldexwînan Qerejdax xemiland 2022-04-11 09:02:51 RIHA - Li navçeya Sêwregê guldexwînên vebûne bi reng û xweşikiya xwe bandorê li kesan dikin û demsala biharê li Qerejdax xemilandin.    Li herêma Qerecdax a gundê Otilî yê girêdayî navçeya Sêwrega Rihayê guldexwîn vebûn. Guldexwînin bi xweşikahiya xwe bandorê li mirovan dikin li Colemêrg, Wan, Dersim, Mûş, Şirnex, Semsûr û Mereşê şîn dibin. Guldexwîn bi kurdî tên wateya “gulên ku xwîn digirîn”. Guldexwînên ku bi rengên sor, zer, sûfk û porteqalî vedibin li erdê dinerin. Bejna guldexwînin di navbera 60 û 80 santîm e. Guldexwîn di demsala payîzê de tên çandin û di meha nîsanê de jî kulîlk didin.    Guldexwînên ku li herêma Qerecdaxê heta salên 1990’an jî bi awayekî xwezayî bêyî mudaxileyê şîn dibûn. Bi talankirina ekolojik û guhertina avhewayê êdî li cihên xwezayî şîn nabin û piştî van salan êdî ji aliyê welatiyan ve hatin çandin. Guldexwîn bi taybetî ji bo li welatên Ewropayê kulîlka peyzajê û di berhemê endusriyal de weke pêzeya tevkirî dihat bikaranîn, gelek dihatin ecibandin. Hilberînerên guldexwînan ji ber piştgiriyeke baş negirtin, hilberîna guldexwînan kêm bû. Li herêma Qerecdax a 1919 mîtroyan bilind beriya 4 salan bi 40 hilberîneran ew kar dihat kirin lê îro bi 20 kesan berdewam dike.    ‘JI BO KU TUNE NEBE EM HILDIBERÎNIN’   Serokê Yekitiya Hilberînerên Kulîlkên Xwezayî yê Sêwregê Sedat Kiran, diyar kir ku ji bo bi sedan kesên li herêmê dijîn hilberîna guldexwînan deriyekî debarê ye û bi lêv kir ku di qadeke 20 dekar de hilberînê dike. Kiran, da zanîn ku hilberîna 3 cureyên guldexwînan ên cuda dikin û wiha got: “Ji ber di salên dawî de daxwaza guldexwînan kêm e hilberîneran, hilberîna guldexwînan kêm kir. Çend hilberîner ji bo ku tune bibe hilberînê dikin. Em 25 sal in hildiberînin. Di sala 2008’tan de bi 40 hlberîneran me yekitiya xwe ava kir. Heke piştgiriyeke baş bê dayîn em dikarin hilberînera hin cureyên din jî bikin.”   ‘NÊZÎ 60 CUREYÊN CUDA HENE’   Kiran, diyar kir ku guldexwîn li gelek bajaran tên hilberandin, qada bazara wan derveyî welat e lê di salên dawî de êdî nayên daxwazkirin. Kiran, qala zehmetiyên hilberînê kir û wiha berdewam kir: “Di salên dawî de çêregeh ji çandiniyê re tên vekirin, ji ber xebatên sewalkariyê û kîmyasalên di çandiniyê de tên bikaranîn cûre kêm dibe. Ji bo ku ev cureyê kulîlkê tune nebe em hildiberînin.” Kiran bang li şaredariyan kir ku ji bo cureyên giyayan tune nebin, dikarin baxçeyên guldexwînan weke qadên gere binirxînin. Kiran, diyar kir ku nêzî 60 cureyên cuda yên guldexwînan hene û got: “Hilberîner kedekê dide. Di hilberîneriya çandî de gelek lêçûn hene. Bihayê mazot û gübreye gelek zêde ne.”   MA / Emrûllah Acar