Li Girtîgeha Panosê çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin 2022-04-10 22:59:52 WAN - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tên ragirtin, ji bo binpêkirinên mafan şermezar bikin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 5 rojan a bidorveger kirin. Gardiyanan li 3 girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê hejmara ser piyan qebûl nekirin dan. Hate diyarkirin ku di laşê her 3 girtiyên ku gardiyanan li wan dan, şopa lêdanê heye û hin beşên laşên wan şikestine. Li ser bûyera li girtîgehê qewimî, girtiyan hem ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehê hem jî bûyera lêdanê şermezar bikin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 5 rojan a bi dorveger kirin. OHD’A WANÊ: EM Ê ŞOPDARÊN BÛYERÊ BIN Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Wanê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal bûyer ragihand. OHD’ê dê peyama xwe de wiha got: “Di seredana li Girtîgeha Tîpa L a Panosê de ji me re hate ragihandin ku ji ber 3 girtiyan li cihê hewadarî yê qawişê hejmara ser piyan qebûl nekiriye, gardiyanan li wan daye, di laşên wan de şopa lêdane heye û hin beşên laşê wan şikestine. Ji ber binpêkirinên mafan ên demê dawî de li girtîgehê zêde bûn, girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 5 rojan a bidorveger kirine. Piştî ku têkildarî bûyera îşkenceyê û binpêkirinên mafan agahiyên berfirah hatin bidestxistin wê rapora were nivîsandin bi raya giştî re were parvekirin. Em ê şopdarên bûyerê bin.”