Polîsê ku li parêzer xist parastina ‘psîkolojiya min nebaş bû’ kir 2022-04-10 22:38:17   ŞIRNEX - Polîsê ku li Şirnexê li parêzer Serkan Karakaş xist, di îfadeya xwe ya ewil de wiha got: "Psîkolojiya min nebaş bû. Dengê pejnekê hat min û min lê da.” Li aliyê din hat hînbûn ku piştî operasyoneke 3 saetan Karakaş ji emeliyatê derketiye. Parêzerê Baroya Şirnexê Serkan Karakaş ku polîsekî bi zanebûn bi wesayîtê lê da û giran birîndar kir, piştî operasyoneke 2-3 saetan ji emeliyatê derket. Hat hînbûn ku çokê Karakaş şikestiye û emeliyata ewil baş derbas bûye. Hat diyarkirin ku li gorî rewşa tenduristiyê dibe ku Karakaş çend emelatiyên din derbas bike. Hat zanîn ku piştî emeliyatê Karakaş wergirtine servîsa normal. PARASTINA PSÎKOLOJIYA MIN NEBAŞ E KIR Polîsê ku piştî li parêzer Karakaş da û ew binçav kir, hat hînbûn ku di îfadeya xwe ya ewil de wiha gotiye: “Psîkolojiya min nebaş bû. Min dengê pejnekê hat min û ez paş ve çûm min lê da.” Li aliyê din Baroya Şirnexê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyek da û diyar kirin ku wê şopdarên bûyerê bin.