Karabaş ê hatibû îşkencekirin careke din hate binçavkirin 2022-04-10 18:09:49   ÊLIH - Yahya Karabaş ê leşkeran li gundê Timoqê yê navçeya Hezoyê binçavkiribûn û îşkence kiribûn, careke din hate binçavkirin. Yahya Karabaş ê leşkeran li gundê Timoq ê navçeya Hezoya Êlihê kîs xistibûn serê wî û di bin çavan de 4 rojan îşkence lê kiribûn, careke din hate binçavkirin. Karabaş ê bi hêceta ku di dosya wî ya lêpirsînê de delîlekî nû hatiye dîtin, derbarê wî de careke din biryara binçavkirinê hatiye dayîn, bi parêzera xwe Bahar Demîr re ji bo îfadeyê bide çû Fermandariya Cendermeyan a Êlihê. Tê payîn ku Karabaş ê hatiye binçavkirin wê piştî îfadeya cendermeyan sibê derxînin dozgeriyê.