Polîsek bi qestî wesayîta xwe li parêzer qeliband 2022-04-10 16:05:20 ŞIRNEX - Li Şirnexê polîsek ku bi parêzerek re nîqaş kir, wesayîta xwe lê qeliband û wî giran birîndar kir. Parêzerê birîndar emeliyat kirin. Li navenda Şirnexê polîsek bi parêzer Serkan Karakaş (27) ê endamê Baroya Şirnexê re ji ber sedemek hêj nayê zanîn nîqaş kir. Polîs pişt re wesayîta xwe li parêzer qeliband û reviya. Parêzer Karakaş giran birîndar bû. Welatiyên li derdorê parêzer rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û hat gotin her du çongên wî xesarên mezin dîtine û ew emeliyat kirine. Hat îdiakirin ku polîs li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê di binçavan de tê ragirtin.