Qurbaniyên Qetlîama Enqereyê hatin bibîranîn 2022-04-10 12:58:41 ENQERE - Komeleya 10 Ekîmê qurbaniyên Qetlîama Gara Enqereyê bi bîr anî û banga danişîna dozê dê di 12’ê gulanê de bê lidarxistin hat kirin.  Komeleya Aştiyê ya 10 Ekîmê di hefteya 78’emîn de ji bo qurbaniyên di Qetlîama Gara Enqereyê de ku DAIŞ’ê pêk anîbû de jiyana xwe ji dest dan, bernameya bîranînê li dar xist. Bîranîn li cihê qetlîmaê li ber Garê pêk hat. Bîranîn di saeta ku qetlîma lê qewimîbû seat di 10.04’an bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê navê qurbaniyan ku bi destan hatibûn hûndandin li daran pêçan.    ‘EM EDALETA RASTEQÎN DIXWAZIN’    Seroka Komeleya 10 Ekîmê Mehtap Sakinci Coşgun destnîşan kir ku armanc û derdê wan bingehîn edalet e û hêj edaleta rastî bi cih nehatiye û ji ber vê yekê ew xemgînin. Coşgun anî ziman ku cezayê li hin bersûcan hatiye birîn kêm e û doz li Dadgeha Bilind didome lê daxwazên wan bêbersiv dimînin û bi encamên dirûst li pêş nakeve. Coşgun da zanîn ku parastina aştiyê ji bo wan rûmet e û heta edaletek rasteqîn were bicihanîn dê têkoşîna xwe bidomînin. Coşgun banga tevlibûna danişîna dozê ku dê 12’ê îlonê de bê lidarxistin kir.