Endamên BTS'ê dê biçin Enqereyê û mulaqatê protesto bikin 2022-04-10 09:09:09 AMED - BTS'a Şaxa Amedê dê ji ber binpêkirina mafê wan ê zêdekirina asta peywirê û guherandina nasnavê xwe biçe Enqereyê.  Di ezmûnên TCDD'yê yên zêdekirina asta peywirê û guherandina nasnavê de kesên endamên sendîkayên ne nêzî hikûmetê, çendî di ezmûnan de di ser 90'î re puan distînin jî di mulaqatan de mafê wan tê binpêkirin. Ji ber vê d rêvebir û endamên Sendîkaya Veguhastina Yekbûyî (BTS) a Şaxa Amedê van rojan biçe Enqereyê. BTS, dê vê neheqiyê li ber Mdiûriyeta Giştî ya TCDD'ê û Wezareta Gihaniyê protesto bike.    Serokê BTS'ê yê Şaxa Amedê Suleyman Bozkûrt, li hemberî vê doz vekiriye û bendê ye ku têkeve mulqatê. Bozkûrt, behsa pêvajoya ezmûnê û mulaqatê kir.    Bozkûrt, destnîşan kir ku piraniya endamên sendîkayê du mulaqata ku par hat kirin nehatin derbaskirin û got: "Van kesan di bin bendava mulaqatê de hatin hiştin û mafên wan ên tercîhkirinê hat binpêkirin. Lê kesên di ezmûna nivîskî de 60, 62 an jî 64 stendine, di mulaqatê de puanê wan wekî 95, 98 û 100 hatiye nîşandan û hatine derbaskirin."    Bozkûrt, diyar kir ku 7 hevalên wan ên ketine ezmûnê û puanên zêde stendine, di mulaqatê de pirsên "absurd" ên tu eleqeya wan bi beşa wan re tune ye ji wan hatiye pirsîn û bi vî awayî mafê wan hatiye binpêkirin. Bozkûrt, bilêv kir ku wî bi xwe jî di ezmûna nivîskî de 98 puan stendiye û di mulaqata 2021'ê de her sê pirsên jê hatine kirin bersivandiye, lê 64.4 puan dane wî û di binî bendavê de hatiye hiştin.    Bozkûrt, anî ziman ku hevalên wî yên di ezmûna nivîskî de 100, 96 û 98 puan stendine jî di mulaqatê de mafê wan ê derbaskirinê hatiye binpêkirin.    Bozkûrt, destnîşan kir ku ji ber ku endamê BTS'ê ne bi vê binpêkirina mafan re rû bi rû mane û got: "Sendîkaya me li ber kesîdekirina saziyan radibe, binpêkirinên mafan û bêhiqûqîtiya di saziyan de tê kirin radigihîne raya giştî, li ber bêliyaqatbûnê radibe. Ji ber vê bi qirkirineke wiha re rû bi rû dimînin."    Bozkûrt, diyar kir ku dê li hemberî vê neheqiyê biçin Enqereyê û vê yekê li ber Mdiûriyeta Giştî ya TCDD'ê û Wezareta Gihaniyê protesto bike.