'Qanûna hilbijartinê xetere ye ji bo ewlehiya sindoqan' 2022-04-10 09:04:49 STENBOL - Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya EHP'ê Hakan Ozturk, diyar kir ku desthilat ji bo berjwendiyên xwe qanûna hilbijartinê guherandiye û bi vî awayî dê ewlehiya sindoqan ber bi xetereyê ve biçe.  AKP û MHP'ê pêşnûmaya guherandina qanûna hilbijartinê berpêşî meclîsê û pêşnûma li meclîsê hat qebûlkirin. Bi vê re 15 xalên qanûnê hatine guherandin. Ji van xalan yek jê derbarê bendava hilbiajrtinê de ye. Gava qanûn têkeve meriyetê dê bendav ji sedî 10'an dakeve ji sedî 7'an û her wiha şertê ji bo avakirina koma li meclîsê jî dê bê betalkirin. Muxalefet vê pêngava desthilatê wekî "hesabê qezenckirina hilbijartinê" şîrove dike.    Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk, guherandina qanûna hilbijartinê nirxand û  go, desthilat ev yek ji bo berjwendiyên xwe kiriye.   ‘DÊ NIKARIBIN BI DEK Û DOLABAN BI SER BIKEVIN'   Ozturk, destnîşan kir ku AKP-MHP ji bo di hilbijartinê de bi bin nekeve hewl didin û got: "Dixwazin rayên partiyên ku hindik rayan digirin daxilî nava rayên xwe bikin. Lê ger winda bikin, vê carê jî bi vî awayî dixwazin muxalefet nikaribe sererastkirinên qanûnî bike. Ev hemû dibe ku bi dek û dolaban neyên çareserkirin. Em vê ji hilbijartinên Stenbolê dizanin. Ceribandin, lê têk çûn."    EWLEHIYA HILBIJARTINÊ'   Oztrurk, destnîşan kir ku bi vê qanûnê re ewlehiya hilbijartinan jî bûye rojev û got: "Pîvana ku dadgerê herî biqidem serokatiya heyetan dikir, rakirin. Gotin, bi pişkê dê ji nav dadgerên asta yekemîn dadger bên bijartin.Ev kes jî kesên zûzûka ji parêzertiyê derbasî dadgeriyê hatine kirin û li gor wan hereket dikin bi xwe ne. Ev yek ewlehiya hilbijartinê ber bi xetereyê ve dibe. Lewma divê muxalefet pir baldar ve."    Ozturk, helwesta CHP'ê ku hewl dide vê qenûnê bişîne ji Dadgeha Qanûna Bingehîn re rexne kir û got, pirsgirêk tenê bi dadgehan çareser nabin. Ozturk di dawiya axaftina xwe de got: "Hilbijartin ne tiştekî ku li dadgehan bên qezenckirin. Hilbijartin ne karekî ku tenê di dema hilbijartinê de jî bên qezenckirin. Beriya vê muxalefet divê bernameya xwe ya polîtîk deyne holê. Û li gor vê bernameyê bitêkoşe. Li welatê me hûn nikarin bi awayekî sakin raya xwe bidin û biçin malê. Divê mirov baş li sidnoqan miqate be. Yanî ev kar tenê bi dadgehan çareser nabe. Divê em li her qadê dengê xwe bilind bikin û atmosfera têkoşînê çêbikin."    MA / Kadîr Guney