ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2022'YAN 2022-04-10 09:00:04   * Di ser mirina Uveyş Ocalan, dayika Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re 29 sal derbas bûn. Fatma Ocalan ji bo dayika xwe got: "Li ber neheqiyê serî neditewand."   * Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya EHP'ê Hakan Ozturk, diyar kir ku desthilat ji bo berjwendiyên xwe qanûna hilbijartinê guherandiye û bi vî awayî dê ewlehiya sindoqan ber bi xetereyê ve biçe.     * Aktivîsta mafên jinan Canan Arin, diyar kir ku neberdana Aysel Tûglûk îşkence ye û got: "Hê jî şansê Aysel Tûglûk ê tedawîkirinê heye. Lewma demildest divê bê berdan û tedawîkirin."    * Îbrahîm Ayaz ku di Girtîgeha Amedê ya Jimare 2'yan de ye, ragihand ku li girtîgehê îşkence li wan hatiye kirin.    * BTS a Şaxa Amedê dê ji ber binpêkirina mafê wan ê zêdekirina asta peywirê û guherandina nasnavê xwe biçe Enqereyê.    * Welatîyên Amedê ji ber krîza aborî gilî û gazinên xwe anî ziman û diyar kirin ku ji ber bihabûnê êdî nikarin tirşikê jî çêkin.   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 398'emîn de berdewam bike.    * Qurbaniyên Qetlîama 10'ê Cotmehê ya Enqereyê dê li ber Gara Enqereyê bên bibîranîn. (10.04)   * Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Enqereyê dê Kongreya xwe ya Asayî ya 4'emîn li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet li dar bixe. (11.00) ZINDÎ   * Şandeyek HDP'ê dê biçe Komira Semsûrê û serdana jinên li dijî kana mermer li ber xwe didin bikin. (13.00)   * Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe dê li Navenda Çandê ya Akatlar a Şîşliya Stenbolê bi merasîmek bên dayîn. (17.30)