ÎHD: Di nava 5 salan de 255 girtiyan jiyana xwe ji dest dan 2022-04-09 16:39:44 ÎZMÎR - ÎHD’ê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser Mehmet Sevînç ku li Girtîgeha Akhîsar a Manîsayê wefat kiribû û wiha got: “Di nava 5 salan de 255 girtiyan wefat kir.” Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê çalakiya xwe ya vê hefteyê li pêşiya Sumerbank a kevin a Konakê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Di çalakiyê de pankarta “Bêdeng nemîne û nebe şirîk ji ber ku dimirin” vekiribûn. Daxuyanî ji hêla Sekreterê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin ve hate xwendin. Aydin, bal kişand ser Mehmet Sevînç ku li Girtîgeha Akhîsar a Manîsayê xwîn rijiya bû ser mejiyê wî û wefat kiribû û girtiyê nexweş Nûrettîn Başaran. Aydin, di serî de serxweşî da malbata Sevînç û qala mafê jiyanê kir.    ‘JIYANA XWE LI SER KURSIYA BITEKER DIDOMÎNE’    Aydin, diyar kir ku mafê tenduristiyê yê girtiyê nexweş Nûrettîn Başaran tê binpêkirin û wiha domand: “Nûrettîn Başaran di sala 1981’an de ji dayik bû û di sala 2016’an de jî hate girtin. 25 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Beriya girtinê di sala 2011’an de qezaya trafîkê kir û êdî nekarî her du lingên xwe bi kar bîne. Lewma jiyana xwe li ser kursiya biteker didomîne. Tiliyên piyên wî di qezayê de zirar dîtibûn lewma teşhîs hat kirin ku du tiliyên wî werin birîn.”    DI 5 SALAN DE 255 GIRTIYAN WEFAT KIR   Bi domdarî Aydin anî ziman ku divê raporên nexweşxaneyên baş ên ji bo girtiyan werin qebûlkirin û wiha bi dawî kir: “Daxwaza me ew e ku biryara erêkirina Saziya Tipa Edlî û rayeya dozgeran bê rakirin. Divê Nûrettîn Başaran ku roj bi roj rewşa wî girantir dibe û hemû girtiyên nexweş bên berdan. Parastina mafê jiyanê berpirsyariya dewletê ye. Ji sala 2017’an heta niha di nava 5 salan de 255 girtiyan li girtîgehan wefat kir.”