Ji nexweşxaneyê birin girtîgehê: Berdana wî tê astengkirin 2022-04-09 16:21:07   ENQERE - Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê Fatîn Kanat, di çalakiya Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî de axivî û diyar kir ku Ozge Ozbek dema ku li nexweşxaneyê tedawî bûye hatiye girtin, rexmî rapora nexweşxaneyê ya "nikare li girtîgehê bimîne" jî wê kirine girtîgehê û ATK'ê ji bo berdana wê bûye asteng.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 396'an de çalakiya xwe ya ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixe, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta "Tedawî maf e nikare bê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan" hat vekirin. Di çalakiyê de Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê Fatîn Kanat axivî û rewşa Ozge Ozbek ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtî ye ragihand .   JI GIRTÎGEHÊ BIRIN NEXWEŞXANEYÊ   Fatîn Kanat, agahî da ku ji ber dozeke ku dema xwendekara zanîngehê bûye lê hatiye vekirin 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birin û beriya ku bê girtin weke karmenda Pispora Xizmetên Civakî tayînî Walîtiya Amedê hatiye kirin û wiha got: "Ji ber ku di mêjiyê wê de ûr heye Ozbek di 27'ê cotmeha 2020'an de li Nexweşxaneya Acibademê ya Stenbolê ji mêjiyê xwe emeliyat vekirî dibe. Piştî emeliyatê ji ber biryara girtinê ya derbarê wê de bêyî ku baş bibe li nexweşxaneyê tê girtin û wê dişînin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê."   ATK JI BO BERDANA OZBEK DIBE ASTENG   Kanat, destnîşan kir ku ji ber ku rewşa wê giran bûye û di encama serlêdanê ku ji bo wê hatine kirine Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê ji bo 3 mehan biryara taloqkirina înfaza Ozbek daye û piştî 3 mehan ATK'ê biryara xwe dirêj nekiriye û rexmî rapora "nikare li girtîgehê bimîne" ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Darixayê jî Ozbek careke din hatiye girtin. ATK'ê raporê qebûl nekiriye û rapora "dikare li girtîgehê bimîne" ji bo Ozbet derxistiye û mafê wê yê tenduristiyê bin pê kiriye."   Di dawiya axaftina xwe de Kanat, bi lêv kir ku rewşa Ozbek giran û banga taloqkirina înfaza Ozbek kir.