Nameyên 'bertîlê' yên parlamenterên AKP'ê derketin holê 2022-04-09 15:57:51 ÇEWLIK - Derket holê ku parlamenterên AKP'ê yên Çewlikê Cevdet Yilmaz û Feyzî Berdîbek ji bo girtina kar a personelên PTT'ê nameya bertîlê nivîsandine.   Derket holê ku parlamenterên AKP'ê yên Çewlikê Cevdet Yilmaz û Feyzî Berdîbek, ji bo personelên paqijiyê ku dê ji Miduriyeta PTT'ê ya Dara Hênî re bên girtin, ji Midura Giştî ya Personelan a Wezareta Ragihandin û Binesaziyê Leyla Akinci re nameya bertîlê nivîsandine. Di nameyê de her du parlamenteran ji Akinci xwestine kesên ku ew dixwazin ji bo PTT'ê bên girtin.