Parêzerên Doza Kobanê: Vê dozê weke amûrê tolhildanê bi kar tînin 2022-04-09 15:57:18   EQNERE - Parêzerên Doza Kobanê bi mebesta vegotina bêhiqûqiyên di dozê de tên kirin, daxuyanî dan. Parêzeran, diyar kir ku dosya bi rêzeşahidan tê domandin û doz weke amûreke tolhildanê tê bikaranîn.    Endamên Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parêzerên Doza Kobanê, têkildarî geşedanên di dozê de, li hotêleke Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Berpirsyar Umît Dede axivî. Dede, da zanîn ku Doza Kobanê, dozeke kompasê ye. Dede, anî ziman ku serokê dadgehê yê ku îdianame qebûl kirî û pêvajoya darizandinê daye destpêkirin jî endamê komeke çete ye.    DESTWERDANÊN KU ÎKTÎDAR LI DOZÊ DIKE   Di daxuyaniyê de parêzer Cahît Kirkazak bal kişand ser destwerdanên îktîdarê yên ji destpêka dozê heta niha û wiha got: “Helwesta îktîdarê, ya şirîkê wê ya siyasî û ya şandeya dadgehê ya di dema dozê de vê rastiyê nîşan dide. Di halê hazir de xuyaye ku daraza Tirkiyeyê radestî çeteyan, cemaetan û rêxistinan bûye. Desthilatdariya Tirkiyeyê ji bo ku ajandaya xwe pêk bîne, hewl da li ser çeteya Atadedeler û Bahtiyar Çolak Doza Kompas a Kobanê bidomîne. Li gorî agahiyên li ser çapemeniyê hatine parvekirin, Çolak duyemîn serkirdeyê çeteya Atadedelere û ji poşmaniya karîger sûd girtiye. Xuyaye ku desthilatdarî vê dozê bi destê çeteyan didomîne. Dema lêpirsîna derheqê çeteya Atadedeler didomiya, endamên vê koma çete di îfadeyên xwe de Bahçelî, Soylu û MÎT weke referans nîşan didan. Gelo rola Bahçelî û Soylu ya di Doza Kompasê ya Kobanê de çi ye? Em baş pê dizanin ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 22’yê kanûna 2020’an de biryara xwe ya bo Demîrtaş aşkere kir. Bahçelî jî piştî vê biryarê ferman da û got ku divê ev doz hêj sala 2021’an xelas nebûyî bi encam bibe. Hefteyek piştre jî ev doz hate vekirin.”    ‘DOSYAYEKE KU BI RÊZEŞAHIDAN TÊ DOMANDIN’   Di berdewamê de Kirkazak destnîşan kir ku di 11’emîn danişîna dozê de hinek şahid hatine guhdarkirin û wiha pê de çû: “Dosya, xwe dispêre twîta ku HDP’ê parve kiribû û şahidên ku dozger hewl dide bibîne. Hinek şahidan got ku tenê mafê protestokirinê hatiye bikaranîn. Di roja çarşemê ku kesek ji me li wir nebû, dadgehê li şahidê bi navê ABC123 guhdarî kir. Em li wir nebûn û me nekarî pirsan ji şahid bikin. Ev yek jî bi kêrî karê dadgehê hat. Me gotibû ku ev dosya, dosyayeke bi rêzeşahidan tê domandine. Di navbera rûniştinê de dadgehê jî ev kes weke şahid guhdarî kir. Di vê danişînê de şahidên aşkere Samî Baran û Kerem Gokalp hatin guhdarîkirin. Lê dadgehê tiştê ku dixwest bi dest nexist. Samî Baran got ku nexweş bû, di dema îfadedayînê de derman bi kar tînan, çavên wî nedidîtin û ev yek ji karmendên emniyetê re jî gotiye. Wî bi xwe got ku karmendên emniyetê bi hinek ewraqên amade re hatine gel wî, tiştên hatine nivîsandin ji axaftina wî dirêjtir bûn û wî jî ji polîsan re gotiye; ‘çavên min nabînin ku tiştên we nivîsandine bixwînim. Lê heke we tiştên ku min negotin li vir nivîsandibin, ez ê di demên pêş de qiyametê rakim.’ Samî Baran hem li ser parvekirina xwe ya Facebookê û hem jî di danişînê de ev tişt anîn ziman. Bi zelalî got ku îfadeyên derheqê kesên tên darizandin de wî nedayîne. Got ku kesên di dosyayê de tên darizandin xebatên legal ên HDP’ê meşandine û îfadeya li emniyetê jî red kir.”    ‘MHP’Ê DOZ BI RAYA GIŞTÎ RE PARVE KIR’   Bi domdarî Kirkazak anî ziman ku Alîkarê Serokê Giştî yê MHP’ê Fethî Yildiz bi twîtekê doz bi raya giştî re parve kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “20 deqe piştî ketina vê dozê ya ser UYAP’ê, bêyî ku haya parêzer û raya giştî jê çêbibe, Fethî Yildiz ku ne aliyekî dosyayê ye û ne jî peywireke wî di dosyayê de heye, bi twîtekê hejmara dosyayê û sûcên tê de tên kirin bi berfirehî parve kir. Ev yek nîşanî me dide ku ev dosya li Navenda Giştî ya MHP’ê hate amadekirin an jî koma çete ya Atadedelerê ev îdianame amade kir û radestî MHP’ê kir. Weke ku tê zanîn dema endamê HSK’ê îstîfa kirî diyar kir ku li ser daxwaza Serokê Giştî yê MHP’ê îstîfa kiriye. Destwerdana MHP’ê berbiçav e.”    DESTWERDANA SOYLU   Parêzer Kirkazak her wiha da zanîn ku destwerdana wezîrê karên hundir Suleyman Soylu a di dosyayê de ji hêla her kesekî ve tê zanîn û ev agahî dan: “Soylu bi awayekî vekirî li ser medyayê destwerdana dosyayê kir. Daraza Tirkiyeyê radestî çete û cemaetan hatiye kirin. Weke tê zanîn bi taybet jî Dadgeha Bilind di navbera cemaetan de hatiye parvekirin. Em paş pê dizanin ku burokrasiya darazê ya FETO di doza KCK’ê de hewl da siyaseta kurd tesfiye bike. Di halê hazir de jî koma çete ya Atadedeler, MHP û Soylu hewl didin siyaseta kurd tune bikin.”    ‘TIŞTA KU DADGEHÊ DIXWEST PÊK NEHAT’    Piştre jî parêzer Çîgdem Kozan di civîna çapemeniyê de axivî û çend şahidên di rûniştina dawî de hatine guhdarîkirin bi bîr xist. Kozan, wiha domand: “Şahidê bi navê Kerem Gokalp ji poşmaniya karîger sûd girtiye û dadgehê ji me re got ku dixwaze têkildarî vê dozê îfadeyan bide. Kerem Gokalp îfadeya xwe li Şirnexê dide û ev îfade 6 saetan didome lê di girtekê de weke saetek û 20 deqeyan hatiye destnîşankirin. Kerem Gokalp da zanîn ku dozger xwestiye têkildarî Doza Kobanê îfadeyê wî wergire. Baş e lê haya dozgerekî li Şirnexê çawa bi dosyayeke li Enqereyê dibe? Me got ku ev yek nepêkan e. Kerem Gokalp tînin Enqereyê û daxwaznameyekî ji wî distînin. Tevî ku me gelek caran xwest ku ev daxwazname li dosyayê were zêdekirin lê nekirin. Kerem Gokalp bi dûvdirêjî axivî lê derheqê dosyayê de tiştekî şênber negot. Dadgehê qet gotina wî nebirî û hewl da tiştekî ji gotinên wî derxîne. Tê gotin ku îfadeyên şahidan li ser fermanê hatine girtin lê şahid cuda diaxivin û dibêjin ku ji bo îfadedayînê hatine. Gotinên şahidan hev nagirin. Îfadeyên ku dozger Ahmet Altun amade kirine bi gotinên şahidan têk çûn.”    NELIRÊTIYÊN DADGEHÊ    Yek ji parêzerên dozê Mavîş Aydin jî di daxuyaniyê de diyar kir ku dosya ev nêzî saleke di asta peyketinê de ye û wiha berdewam kir: “Îfadeyên şahidan li TEM’ê hatine girtin û ev jî derhiqûqî ye. Şêweyê guhdarîkirina şahidan li dijî CMK’ê ye. Dadgehê ber bi dawiya sala 2021’an de bi hinceta ku serokê dadgehê yê berê Bahtiyar Çolak bi şewba koronayê ketiye, navber dabû danişînê û piştre jî serokê dadgehê guherand. Bi hatina wî re kesek ji vê dozê tehliye nebûbû lê Vezîr Çakan şevê din tehliye bû. Bi vê geşedanê em keyfxweş bûn.”    ‘WEKE AMÛREKE TOLHILDANÊ TÊ BIKARANÎN’    Seroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Enqereyê û yek ji parêzerên dozê Şevîn Kaya jî daxuyand ku ev doz weke dozeke tolhildanê tê bikaranîn û axaftina xwe wiha qedand: “Heke gotin di cih de be ji kesên tên darizandin tol tê hilîn. Gelek nehiqûqî tên kirin. Hêj jî mîkrofona hevalên me û ya kesên tên darizandin tê girtin.  Periyodên danişînan jî bo me êdî veguherîne îşkenceyê. Dosyayên parêzerên ên cuda û kesên ji vê dosyayê tên darizandin jî karên wan ên cuda hene. Me gelek caran ev yek anî ziman lê tiştek neguherî. Danişîn, di rewşeke nebitendurist de tên kirin. Em hîn bûn ku miwekîlên me bi şewba koronayê ketine. Banga me ji bo hemû kesî ew e ku beşdarî danişîna dozê bibin ku dê di 25’ê nîsanê de bê lidarxistin.”