Li Stewrê du malbat bi hev ketin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan 2022-04-09 13:37:30   MÊRDÎN - Li navçeya Stewrê du malbatan bi çekan şer kir. Di şer 2 kes jiyana xwe ji dest dan.   Li gungê Reşîdî yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê, du malbatên ku navbera wan nexweş bû bi çekan şer kirin. Di şerê ku derket de welatiyên bi navê Îdrîs Sîdar û Mehmet Genç birîndar bûn. Sîdar û Genç piştî ku wan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Stewrê jiyana xwe ji dest dan.