Destê girtiyan kelemçe kirin û li wan dan 2022-04-09 10:23:21   AGIRÎ - Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê, gardiyanan li 3 girtiyan dan. Di encama lêdana gardiyanan de milên 2 girtiyan şikiyaye û di serê wan de şopên lêdanê çêbûne.   Girtîgeha Tîpa L a Patnosê,  gardiyanan li girtiyên bi navê Bîlal Babahan, Vedat Kalin û Ferît Kaşçi dan. Malbatên girtiyan ku çûn hevdîtina wan, ragihandin ku gardiyanan destê wan bi pişt ve kelemçe kiriye û li wan dane. Malbatan, ragihand ku ji ber lêdana gardiyanan milên 2 girtiyan şikiyaye û di serê wan de şopên lêdanê çêbûne.