Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê guh neda biryarên dadgehê 2022-04-09 09:14:30 AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, guh li biryara betalkirinê ya dadgehê nekir û îhaleya bi plakeya S'yê çêkir.  Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, guh li biryarên betalkirina îhaleyên bi plakeya S'yê nake. Li bajêr tenê serwîseke bi plakeya S'yê heye. Lê rêvebiriya qeyûm li 4 navçeyên navendê ji bo plakeyên serwîsên bi plakeya S'yê îhale ragihand. Piştî ku şertnameya îhaleya 300 plakeyên S'yê yên kuheba wan 100 hezar TL û ji bo 29 salan berpêşî îhaleyê hatine kirin di EKAP'ê de hat weşandin, endamên Odeya Serwîsvanên Amedê ji bo betalkirina îhaleyê serî li dadgehên îdareyê yên Amedê dan. Serwîsvan Seyîthan Konûklû jî li dijî îhaleya ku dahata wê ya herî kêm 30 hezar TL ye serî li Dadgeha Îdareyê ya 1'ê ya Amedê da.    BETALKIRIN   Dadgehê bi hinceta Qanûna Îhaleyan a Dewletê ku ji dehan zêdetir îhaleyên demkî nayên çêkirin ji şaredariyê parastin xwest. Lê belê şaredariyê parastin neşand. Ji ber vê dadgehê jî xwest îhale bê betalkirin. Piştî vê biryara 21'ê Adarê ya dadgehê, di 22'yê Adarê de Dadgeha Îdare ya 4'an a Amedê jî heman biryar da.    ŞAREDARIYÊ GUH LI BIRYARA NEKIR   Lê belê dadgehê biryarên betalkirinê yên her du dadgehan esas negirt û di 23'yê Adarê de îhaleyê çêkir. Di îhaleyê de tenê ji bo 117 plakeyan teklîf hat kirin. Ji bo 183 plakeyan kesî teklîfa tiştekî nekir. Piştî îhaleyê 11 milyon û 700 hezar TL pere kest qaseya şaredariyê. Tê payin şaredarî van rojan 183 plakeyên din cardin ji bo teklîfê berpêş bike.    NE LI GOR USÛLÊ YE   Piştî îhaleyê bi 6 rojan, yanî di 29'ê Adarê de Dadgeha Îdareyê ya 1'ê ya Amedê cara dudoyan biryara betalkirina îhaleyê da. Dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku îlana îhaleyê li gor usûlan nehatiye kirin û şertnameya îhaleyê ne zelal e.    Çendî dadgehan ev biryar dabin jî, lê şaredariyê heya niha guh li van biryaran nekiriye.    ESÎN: ÎHALE JI BO RANTÊ HAT ÇÊKIRIN   Serokê Odeya Serwîsvanan a Amedê Kenan Esîn têkildarî mijarê axivî. Esîn, diyar kir ku pêdiviya bajêr bi serwîsên nû tune ye. Esîn, da zanîn ku ne serwîsvan, pîşesaz, şîrketên paqijiyê û kesên di sketorên cuda de kar dikin ketine îhaleyê û got: "Şîrketeke paqijiyê 10 heb plakeyên S'yê stendine. Şîrketeke paqijiyê dê çib ike ji plakeya S'yê? Ev îhale bi temamî jib o rantê hatiye çêkirin. Ji ber ku dê pere têkeve qaseya şaredariyê û ji bo yên din jî qezenc bikin, ketin îhaleyê. Li holê sê biryarên betalkirina îhaleyê hene. Lê dîsa jî îhale hat çêkirin."    BANGAWAZÎ   Esîn, ragihand ku li bajêr hezar heb serwîs hene û ji vana 100 heb jê betal in û zêdebûna serwîsan dê trafîka bajêr tarûmar bike. Ak, bilêv kir ku îhale bêyî rapora pêzaniyê hatiye çêkirin û bang li şaredariyê kir: "Li gor biryarên dadgehê hereket bike."