Giliyê îşkenceya li Timoqê hat kirin: Ez dikarim kesekî teşxîs bikim 2022-04-09 09:14:03 ÊLIH - Yahya Karabaş ku li gundê Timoqê hat binçavkirin û îşkence lê hat kirin, giliyê îşkencekaran kir. Karabaş got, dikare ji eskerên îşkence lê kirin yekî teşxîs bike.  Di 31'ê Adarê de eskerên Qereqola Cendirmeyan a Timoqê avêtibûn ser gundê Timoqê yê girêdayî navçeya Hezo ya Êlihê. Eskeran di avêtina ser gund de çewal xistibûn serm welatiyan û ew binçav kiribûn û 4 rojan li ser hev îşkence li wan kiribûn. Gundî piştî îşkenceyeke giran hatibûn berdan. Gava hatibûn berdan xwestibûn raporê bigirin, lê rayedarên eskeran gef li wan xwaribûn û gotibûn "em ê tevî we gund bişewitînin." Ji 5'ê Nîsanê ve ketin ûd erketina gund qedexe ye û heyetên dixwazin biçin gund lêkolînêb ikin jî tên astengkirin.    GILÎ KIR   Ji şêniyên gund Yahya Karabaş ê îşkence lê hat kirin, tevî parêzer Bahar Demîr li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê gilî kir. Karabaş, behsa roja bûyerê kir û got: "Ber destê sibehê avêtin ser malên me. Piştî lêgerînê em binçav kirin. Piştî binçavkirinê me birin qadeke daristanî ya nêzî gund û 4-5 kesên me ser çavên wan nedît çewal xistin serê me û îşkence li me kirin. Ên li me xistin gef li me dixwarin. Digotin, 'Dua bikin me te nekuştiye, em te bikujin dê kes pê nehese û em ê te bavêjin ber heywanan.' Paşê min birin devereke herî ya nêzî nîv saetê dûrî mala min. Di nav heriyê de jî li min xistin. Gava eskeran ez anîm malê jî li min xistin. Li wir milê min hişka badan û gotin, 'em ê milê te bişikînin û te seqet bikin.' Hevjîna min û cîranê min şahid in. Gava hewce be dikarin wekî şahid îfadeyê bidin. Piştî vê 8-10 saetan bi şûn de em birina Fermandariya Cendirmeyan a Êlihê."    Karabaş, behsa dema li nexweşxaneyê jî kir: "Me birin Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê. Bijîşkê beşa lezgîn em muayene kirin. Ji ber ku dewsa derban li ser canê me hebû, bijîşk rapor hazir kir. Lê gava eskeran rapor dît, ji bijîşk re gotin 'raporeke din hazir bike, bila tê de behsa derban neyê kirin.' Bijîşk eskeran ji odeyê derxist. Parêzerê min di 01.04.2022'yan saet di 10.20'an de hat cem min û vê acrê wî daxwaz kir ku min bibin nexweşxaneyê, lê hem dozgerê dosyeyê hem jî eskeran nehişt. Gava di 02.04.2022'yan de min birin nexweşxaneyê, cendirmeyan ji min re gotin gava gotin çi bûye ji çavê te, bibêje 'ji ber dermanan çavên wisa bûye.' Bi vî awayî bi ser min de hatin."    ‘EZ DIKARIM ÎŞKENCEKAR TEŞXÎS BIKIM'   Karabaş, bibîr xist ku di 2'yê Nîsanê de kesê îşkence lê kiribû dewsa tiliyên wî girtiye û got: "Li wir kesekî ku navê wî nizanim, lê gava di wêneyan de bibînim ez ê wî nas bikim, eskerekî sivîl, ji min re got, 'Ji min re cihê endamên rêxistinê bibêje, yan na ez ê te bikujim.' Gava wiha got çek jî sprat serê min. Paşê ji min re got, 'eşeda xw ebîne.' Û cardin ji min re got, 'Dua bike min te nekuştiye, ê li gund ev tişt anîn serê te yek jê ez bûm, min dikaribû te bikuştana, lê min nekuşt, min te ji dewleta hiqûqê re hişt.' Bi vê gefê re cardin li min xist. Gava li min xistin, ji ber ku çewal di serê min de bû min ser çavê kesî nedît. Lê ez bibînim ez ê karibim teşxîs bikim. Ev kes kesekî dirêj, esmer bê simbêl û rî bû."    Karabaş, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ger tiştek bê serê wî berpirs kesên ev tişt anîn serî wî bi xwe ne û got: "Tim gef li min xwarin û xwestin ser vê bûyerê bigirim. Niha ger pê bihesin min giliyê wan kiriye dibe ku zirarê bidin min. Ez giliyê van kesan dikim ku bi mirinê gef li min xwarin, çek spratin serê min, li min xistin û giliyê tenduristkarên ku ez muayene kirim lê derman nedan min jî dikim."    Parêzer Bahar Demîr jî bilêv kir ku ji ber îşkenceyê hem derûnî hem jî tenduristiya muwekîl wê nebaş e û ji bo jiyana wî fikarên wan hene. Demîr, destnîşan kir ku eskerên dewletê ku ji ewlehiya welatiyan berpirsiyar in peywira xwe xirab kirine û got: "Tahdeyeke derûnî û fizîkî kirine. Ev tahde û îşkence ji roja ewil ve ji aliyê me ve hatiey etspîtkirin. Û ev piştî hevdîtinên di dema binçavkirin de hatine belgekirin."    MA /  Fethî Balaman