Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 112’emîn de ye 2022-04-08 16:29:59   WNA - Muteber Îşnaz a dayika girtiyê nexweş Nîhat Îşnaz diyar kir ku bêyî agahiya wan kurê wê emeliyat kirine û bertek nîşanî xemsara rayedaran da.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ku li Baroya Wanê dabûn destpêkirin, di roja 112’emîn de berdewam kir. Îro ji malbatên girtiyan Behîce Sabay û Mutebet Îşnaz nobedê girtin. Rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Elbakê serdana nobedê kirin.    Hevseroka HDP’a Elbakê Şengul Polat anî ziman ku li gel girtiyên nexweş li ber mirinê ne jî nayên berdan û got di girtîgehê de jî eziyet li girtiyan tê kirin. Polat got ev jî cihêkariya polîtîkaya dewletê ya li hember girtiyan e.    BÊXEBERA MALBATÊ WÎ EMELIYAT KIRIN    Mutebet Îşnaz a dayika girtiyê nexweş Nîhat Îşnaz ê li Girtîgeha Wanê tê ragirtin diyar kir ku kurê xebatkarê paqijiyê yê şaredariyê bûye û bêlesebep hatiye girtin û li girtîgehan mafên bingehîn ên girtiyan tê binpêkirin. Îşnaz anî ziman ku kurê wê bêyî agahiya wan emeliyat kiriye û heke tiştek bi kurê wê bibûya dê kî hesab bida. Îşnaz got ev ne edalet e. Îşnaz xwest tavilê kêşeyên li girtîgehan bên çareserkirin û girtiyên nexweş bên berdan.