Melayê mizgeftê cenazeyê Mehmet Sevînç neşûşt 2022-04-08 13:52:42   STENBOL - Melayê mizgefta ku cenazeyê Mehmet Sevînç ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da anînê, bi hêceta ku “qedexe ye” nehat şûştin û wesayîta cenaze jî nehat dayîn.    Girtî Mehmet Sevînç ê 63 salî yê 28 sal bûn girtî bû û di Girtîgeha Tîpa T ya Akhîsarê dihat ragirtin, di 3'yê Nîsanê de bi awayekî biguman xwîn çûbû ser mêjiyê wî di nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Sevînç piştî karê otopsiyê yê li Saziya Tiba Edlî (ATK) a Îzmîrê radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê Sevînç duh bi balafira kargoyê ji Balafirgeha Adnan Menderes anîn Balafirgeha Sabîha Gokçen.    Malbata ku wesayîta cenaze nedanê, bi derfetên xwe duh bi şev cenaze anîn morga Mizgefta Pîrî Reîs ya li Taxa Pîrî Reîs a navçeya Darica ya Kocaeliyê. Cenazeyê Sevînç ji bo ku li Goristana Nene Hatûn a Daricayê were definkirin, ketin rê.    Polîsan di keetina navçeya Daricayê de konvoya cenazeyê Sevînç sekinandin û gef li malbatê xwarin ku dirûşmeyan berz nekin.    MELEYÎ CENAZE NEŞÛŞT   Cenazeyê Sevînç ê anîn Mizgefta Pîrî Reîs, ji aliyê melayî ve bi hêceta ku “qedexe” ye nehat şûştin û wecibeyên olî nehatin pêkanîn. Melayekî ku malbatê bi derfetên xwe anî, cenazeyê Sevînç şuşt û wecîbeyên olî pêk anîn.    CEZAYÊ PEREYAN DAN WELATIYAN   Welatiyên ku ji bo tev li merasîma cenaze bibin bi wesayîtên xwe hatin, bi hêceta wesayîtên xwe li derdora mizgeftê park kirine cezayê pere li wan hat birîn.    ROJNAMEVAN HATIN ASTENGKIRIN   Nûçegihanên ajansa me û Jinnewsê ku ji bo merasîma cenaze bişopînin çûn mizgeftê jî hewl dan bên astengkirin. Polîsên ku rojnamevan dorpêç kirin, nasnameyên wan kontrol kirin, li ser wan geriyan û tundiya devkî û fîzîkî li wan kirin. Polîsan gef li rojnamevanan xwarin ku nahêlin ew nûçeyê bişopînin û rojnamevan ji qadê dûr xistin.    CENAZE BER GORISTANÊ VE KETE RÊ   Piştî nimêja di bin dorpêça polîsan de hate kirin cenazeyê Sevînç ber bi Goristana Nene Hatûn a Daricayê kete rê. Di vê navberê de malbatê lorand.