Bi hêceta ‘tevli dersên ehlaqê nebûye’ nayê berdan 2022-04-08 12:59:59   ENQERE - Desteya Îdere û Çavdêriya Girtîgehê berdana Vedat Sevîm ê li Girtîgeha Kayseriyê girtî bi hêceta “tevli dersên ehlaqê nebûye” red kir.    Elîf Ersoy a li Girtîgeha Kayseriyê ya Jinan girtî ye û parêzer Aytaç Unsal ê li Girtîgeha Edîrneyê ya Tîfa F’yê girtî ye name ji Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglu re şandin. Girtiyan di nameyên xwe de binpêkirinên mafan ku pê re rûbirû mane kirin. Elîf Ersoy a dem xwendekara beşa rojnamevaniyê bû hat girtin 8 sal û 9 meh ceza lê hatiye birîn û ji sala 2017’an ve girtî ye tevî ku ew cezayê xwe raza ye jî nayê berdan. Aytaç Unsal jî di nameyê destnîşan kir ku li girtîgeha ew lê dimîne gelek binpêkirinên mafan hene û dixwazin cihêkariya li hemberî girtiyan bi dawî bibin.    BERDANA WÎ HATIYE TALOQKIRIN    Vedat Sevîm ê li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê girtî jî name ji Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş re şand. Sevîm di nameyê de bal kişand ser rapora Desteya Îdare û Çavdêriya Girtîgehê derbarê wî de amade kiriye û li gel ew 6 sal in girtî ye jî ji ber rapora Desteya Girtîgehê berdana wî tê taloqkirin.    ‘TEVLI DERSÊN EHLAQÊ NEBÛYE!’    Sevîm di nameya xwe de diyar kir ku Desteya Îdare û Çavdêriyê bi hêcetên wek “sûdê ji pirtûkxaneya îdareyê nagir”, “tevli kursên îdareyê daye destpêkirin nebûye”, “tevli dersên ehlaqê nebûye” û “hêj ne amade ye ku biçe nav civakê” jê re rêz kiriye û berdana wî hatiye redkirin. Sevîm got li qawîşan sînordarkirina 10 pirtûkan anîne û ji bo neheqiya li wî tê kirin daxwaza piştevaniyê kir.