Nobeta Edaletê di roja 396'an de ye 2022-04-08 12:37:46 RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 396’an de li ber Edliyeya Rihayê berdewam kir.    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Ji bo dîtina kujeran û darizandina wan, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kir. Çalakiya malbatê di roja 396’an de berdewam kir. Dayika Emîne nexweş bû lewma nekarî îro tev li nobetê bibe lê Ferît Şenyaşar hate ber deriyê Edliyeya Rihayê û çalakî berdewam kir.    Malbatê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Dema dozgerên ku divê qanûnan bi cih bînin cihê xwe li kêleka kesên bihêz girtin, wê demê mirov neçar dimînin ku hewara xwe bibin gel Xwedê. Edaleta insan dibe ku xwe şaş bike lê zû yan jî dereng edaleta Xwedê teqez dê bi cih bê.”