Sîbel Akdenîz hat berdan 2022-04-08 11:15:48   ENQERE - Aktîvîst Sîbel Akdenîz a ji Doza Kobanê negirtî tê darizandin û ji dozek din ku girtîbû duh bi şev ji Girtîgeha Sîncanê hat berdan.    Aktîvîst Sîbel Akdenîz ji Doza Kobanê negirtî tê darizandin û di encama cezayê 8 sal û mehek ku Dadgeha Amedê lê birîbû û Dadgeha Bilind erê kiribû, hatibû girtin. Akdenîz a li Girtîgeha Sîncana Enqereyê girtîbû bi biryara Dadgeriya Înfazê ya Kayseriyê ya 2’yemîn duh bi şev hat berdan. Akdenîz di navbera cotmeha 2009’an û gulana 2012’an de girtîbû û ji ber ku Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 9’emîn cezayê ku Akdenîz raza ye hesiband, di encama vê yekê de hat berdan.