Parêzer Ballikaya: Divê TBB û Baroya Stenbolê ji bo Tugluk bi peywira xwe rabin 2022-04-08 10:51:18   STENBOL - Parêzer Several Ballikaya da zanîn ku Aysel Tugluk nikare pêdiviyên xwe yên rojane jî bi cih bîne û wiha got: “Ji bo tenduristî û azadiya Aysel Tugluk çi hewce bike, divê Baroya Stenbolê û TBB bi peywira xwe rabin û bikin.”    Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa F ya Kandirayê tê ragirtin û nexweşa demansê ye. Li gel ku di raporên wê de tê gotin ku nikare li girtîgehê bimîne, Tugluk nayê berdan. Saziya Tipa Edlî (ATK) di rapora xwe ya di 4’ê sibatê de cih da îdiayên di Doza Kobanê de derheqê Tulguk de hatine kirin û got ku dikare di girtîgehê de bimîne.    Ji bo berdana Tugluk kampanyayên cuda tên meşandin. Parêzerên jin jî çûn serdana Tugluk. Parêzeran piştî hevdîtinê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku rewşa Tulguk her ku diçe xerabtir dibe û divê were berdan. Yek ji van parêzeran jî Several Ballikaya bû ku di heman demê de hevala Tugluk a zanîngehê ye. Ballikaya derheqê rewşa Tugluk de bi ajansa me re axivî    ‘PIRSGIRÊKÊN MEZIN DIJÎ’   Ballikaya da zanîn ku wê û Tugluk di sala 1985’an de li Zanîngeha Stenbolê hev nas kiriye û wiha got: “Her kesê ku têkoşîna hiqûqê dide, divê ji bo azadiya Tugluk berpirsyariyê li xwe bigire. Rewşa wê ya tenduristiyê weke ku di raporên nexweşxaneyê de hatibûn destnîşankirin bû. Ditirsiyam ku min nas neke lê hatim bîra wê. Qala bîranînên xwe yên dibistanê kir. Got ku bêriya hemû kesî kiriye. Digot bi taybet jî gelek bêriya gundê xwe yê Dêrsimê kiriye. Her carê çavên wê ji rondikan tije dibûn. Lê Aysel her tim jineke bihêz bû. Got ku di nava jiyana rojane de pir zehmetiyan dikişîne û nikare sexbêra xwe bike. Got ku carnan ji derve tiştekî dixwaze lê ji bîr dike bê ka çi xwestibû lewma diçe dîsa dixwaze. Ji ber têkoşîna ku bo wê tê dayîn, spasiya her kesî kir.”    BANDORA GIRTÎGEHÊ   Bi domdarî Ballikaya anî ziman ku qedexeya seredanên girtîgehê ya ji ber pandemiyê, bandor li Tugluk jî kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hem di dema xwendekariyê û hem jî di dema parêzertiyê de Aysel her tim keseka bawermend û bibiryar bû. Keseka gelek dilnizm bû lê ewqas jî seknekî wê ya xurt hebû. Weke hevalên wê em ê têkoşîna wê ya bo azadî û jinan bidomînin.”   ‘DI NAVA ÎZOLASYONÊ DE YE’   Ballikaya, da zanîn ku Tugluk gelek tiştên di nava jiyana rojane de ji bîr kirine û ev agahî dan: “Di ferqê de ye ku tiştan ji bîr dike. Ev jî di wê de birînên rûxînertir vedike. Hem di hêla bîrê û hem jî di hêla fîzîkî de rewşa wê gelek xerabtir e. Di nava îzolasyonekê de ye. Divê pêşî li girtinên neheq û bêedaletiyê bê girtin. Aysel her tim keseka aştîxwaz bû û ji bo heq û azadiyan têkoşiya. Lewma van tiştan bi serê wê tînin. Wateya muameleya li Tugluk tê kirin ew e ku dixwazin siyaset û parastina mafan li jinan qedexe bikin. Di raporên tibî de aşkere ku nikare li nexweşxaneyê bimîne. Lê mixabin ATK’ê ev raporên zanistî paşguh kirin û biryareke siyasî da. Ji ber vê biryara siyasî dê rewşa wê girantir bibe û êdî dê bikeve rewşeke jêneveger. Banga min ji bo Wezareta Edaletê, ATK û dadgehê ew e ku divê darazê nekin pergala tolhildanê. Heke tevî rewşa tenduristiyê jî hûn kesekî di girtîgehê ragirin, ev tê wateya bêhiqûqiyê.”    TBB Û BAROYA STENBOLÊ   Herî dawî jî Ballikaya ev tişt anî ziman: “Ev 30 sal in Tugluk li Baroya Stenbolê parêzertiyê dike û girêdayî Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) ye. Divê TBB xwedî li Tugluk derkeve û li dijî rewşa heyî îtîraz bike. Lê mixabin ku hem Baroya Stenbolê û hem jî TBB’ê xwe li bêdengiyê danîne. TBB jî bi bêdengiya xwe bû hevkarê helwesta ATK û Wezareta Edaletê. Peywira van saziyan a ewil ew e ku xwedî li hempîşeyên xwe derkevin. Divê dawî li vê cotstandartiyê bînin. Ji bo ku tenduristî û azadiya Tuluk çi hewce bike, divê Baroya Stenbolê û TBB wan bike.”    MA / Esra Solîn Dal