Cenazeyê Sevînç radestî malbatê hat kirin 2022-04-07 19:00:00   ÎZMÎR – Cenazeyê Mehmet Sevînç ê li Girtîgeha Akhîsarê ji ber xwîn çû ser mejiyê wî jiyana xwe ji dest da, pişt karê otopsiyê radestî malbata wî hat kirin.    Cenazeyê Mehmet Sevînç piştî karê otopsiyê yê li Saziya Tiba Edlî (ATK) a Îzmîrê radestî malbatê hat kirin. Zarokên Sevînç bi berzkirina dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bimire edaletê" cenazeyê bavê xwe wergirtin. Di dema wergirtina cenaze de nûnerên EGE TÛHAYDER'ê, HDP, DBP û OHD'ê jî li ber ATK'ê bûn.   Cenazeyê Sevînç ber bi Balafirgeha Adnan Menderesê ve hat birêkirin. Cenaze dê sibê piştî nîvro li Goristana Nene Hatûn a Darica ya Kocaeliyê bê veşartin.   Girtî Mehmet Sevînç (63), di Girtîgeha Akhîsarê ya Tîpa T'yê de bû. Di 3'yê Nîsanê de xwîn çûbû ser mêjiyê Sevînç û ew rakiribûn nexweşxaneyê. Sevînç îro danê sibehê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.