'Ji bo em xwedî li Tûglûk derketin lêpirsîn hate destpêkirin' 2022-04-07 17:19:11   MÊRSÎN - Parêzerên OHD’yî ku dema li Mêrsînê xwestin ji bo Aysel Tûglûk daxuyaniyê bidin polîsan êrişî wan kiribû, bi lêv kirin ku ji bo xwedî li Tûglûk derketin derbarê wan de lêpirsîn hate destpêkirin.    Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ku ji bo rapora “Dikare di girtîgehê de bimîne” ya Saziya Tiba Edlî (ATK) ji Aysel Tûglûk re dabû xwestibûn di 18’ê Adarê de li pêş Edliyeya Mêrsînê daxuyaniyê bidin û polîsan êrişî wan kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê gelek ji wan endamên OHD’ê derbarê 22 parêzeran bi îdiaya “Li dijî qanûna xwepêşandan û civînê derketine” , “Ji bo peywîrê nedin kirin li ber xwe dane” û “Li dijî karmendê peywîrdar derketine” lêpirsîn da destpêkirin.    Hevserokê Şaxa OHD’ê yê Mêrsînê Îbrahîm Kaya û endamê komeleyê Işil Akan diyar kirin ku ji ber rewşa tenduristiyê ya Aysel Tûglûk anîn ziman û xwedî lê derketin derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Hevserokê Şaxa OHD’ê yê Mêrsînê Îbrahîm Kaya, diyar kir ku ji ber îtîrazî biryara ATK’ê ya derbarê Tûglûkê de kirin êrişî wan hat kirin û derbarê wan de lêpirsîn hate destpêkirin. Kaya, da zanîn ku ATK bi rapora daye Tûglûk dixwaze pirsgirêkên wê yên tenduristiyê veşêre.   LI 9 PARÊZERAN DAN   Kaya, êrişa li ser parêzerên OHD’ê ya li pêş Edliyeya Mêrsînê bi bîr xist û wiha got: “Polîsan ewilî xwest bi mertalan me dehf bidin hundirê edliyeyê. Ji ber li dijî vê me li ber xwe da bi gaza îsotê çavên me hedef girtin û bi fîşekên plastîk êrişî me kirin. Midurê Polîsan ê Akdenîzê ku bi taybetî hatiye peywîrdarkirin, rasterast gef li hevalên me Alî Bozan û Mehmet Kemkeş xwarin. Pişt re polîsan bi awayekî fîzîkî êriş kirin û 9 hevalên me rapora lêdanê girtin.”   ‘ÊRIŞ LI DIJÎ AYSEL TÛGLÛKÊ HATE KIRIN’   Kaya, bi lêv kir ku roja ku êriş li wan hate kirin derbarê wan de lêpirsîn jî hatiye destpêkirin û wiha berdewam kir: “Her çiqas êriş li me parêzerên OHD’ê û hempîşeyên me yên din hatibe kirin û lêpirsîn hatibe destpêkirin jî em dizanin esas êriş li Aysel Tûglûkê hatiye kirin. Me beriya niha jî gelek caran li pêş edliyeyê daxuyanî dan lê tu caran lêpirsîn nehatin destpêkirin.”   ‘ME PEYWÎRA XWE BI CIH ANÎ’   Parêzera OHD’yî Işil Akan jî bal kişand ser bêhiqûqiya hêcetên lêpirsîna derbarê wan de hatiye vekirin. Akan, bi lêv kir ku Tûglûk ji bilî nasnameya xwe ya siyasetê hem parazvana mafên mirovan hem jî hem pîşeya wan e û wiha got: “Em li vê derê peywîra bi cih tînin. Niqaşkirina hiqûqî ya vê biryarê peywîreke me ye. Ji ber ku me ev peywîra xwe bi cih anî derbarê me de lêpirsîn hate vekirin.”   ‘EM Ê BIBIN DENGÊ HERKESÊ’   Akan, diyar kir ku lêpirsîna di roja êrişa polîsan de (18 Sibat) li wan hatiye vekirin “niyeteke din e” û wiha axivî: “Mafê me yê xwepêşandan û meşê hate astengkirin. Her demsalê em li pêş avahiyên edliyeyê têkildarî binpêkirinên mafan û mijarên din daxuyaniyan didin lê tu caran bi êrişeke wisa re rûbirû nemabûn. Em ê li her derê mafên xwe û peywîra xwe pêk bînin. Parastina serdestiya hiqûqê ji bo me hesasiyeteke. Em ê li pişt mafên xwe bisekinin.  Em ê bibin dengê herkesên ku mafên wan tên binpêkirin.”   MA / Selman Guleryuz - Cemîl Ûgûr