Li Erziromê 3 kes hatin girtin 2022-04-07 16:33:44   ERZIROM - Li navçeya Qereyaziyê 3 kesên ku beriya niha cezayê hefsê yê ji wan re hatibû birîn, hatiye pejirandin, hatin girtin.   Alîkarê Hevşaredarê Qereyaziyê yê berê Tîmûr Aydin, Mûxtarê Taxa Yahya yê berê Selman Yavûz û Halît Gunduz ên di sala 2015’an de hatibûn binçavkirin û girtin û pişt re negirtî dihatin darizandin li navçeya Qereyazî ya Erziromê hatin binçavkirin. 3 kesên ku hatin binçavkirin ji ber cezayê hefsê yê beriya niha ji wan re hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate pejirandin, hatin girtin û şandin girtîgehê. Her sê kesên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 2 sal û 6 meh cezayê hefsê ji wan re hatibû birîn, şandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê.