Wê cenazeyê Sevînç sewqî ATK'a Îzmîrê bê kirin 2022-04-07 15:02:23   MANÎSA - Cenazeyê girtî Mehmet Sevînç ku li Girtîgeha Tîpa a Akhîsarê xwîn çûbû ser mêjiyê wî û jiyana xwe ji dest da dê sewqî ATK'a Îzmîrê bê kirin.    Mehmet Sevînç (63) ku li Girtîgeha Tîpa a Akhîsarê girtî bû û di 3'ê nîsanê de xwîn çûbû ser mêjiyê wî, vê sibehê jiyana xwe ji dest da. Ji bo otopsiyê wê cenazeyê Sevînç ji Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Îzmîrê re bê şandin. Kurê Sevînç Harûn Sevînç, diyar kir ku bijîjkan gotiye wê karên otopsiya bavê wî heta sibê bidomin û ji ber vê wê cenazeyê bavê xwe sibê ji ATK'ê bigirin û li navçeya Darica ya Kocaeliyê biveşêrin.