Diyanetê li Amedê cih neda zimanê kurdî! 2022-04-07 14:08:10   AMED - Serokatiya Karên Diyanetê ji bo Mizgefta Mezin (Ulu Camî) bi çar zimanan panoyên hişyariyê amade kir lê cih neda zaravayên zimanî kurdî.   Ji mizgeftên Amedê ya herî mezin û dîrokî yek jê Mizgefta Mezin (Ulu Camî) e. Tevî kesên ku tên nimêj dikin bi deh hezaran kes jî ji bo ku vê mizgefta dîrokî bibinîn tên Sûra Amedê. Serokatiya Karên Diyanetê ji bo kesên ku dixwazin mizgeftê bibînin hin hişyariyan bi çar ziman da amadekirin û wek panoyan li ber mizgeftê bi cih kir. Ev hişyarî bi zimanê tirkî, îngilîzî, erebî û rusî li ser panoyekê hatiye nivîsandin.   Lê ya herî balkêş ew e ku li bajarekî wekî Amedê bi piraniya xelkê wê ku kurd in û bi kurdî diaxivin lê Diyanetê cih neda zaravayên kurmancî û zazakî yên zimanê kurdî. Di van panoyên Diyanetê de jî cihêkarî û nêzîkatiya li hemberî zimanê kurdî carek din xwe raxist ber çavan.