Li Meletiyê du rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin 2022-04-07 13:56:32   MELETÎ - Li navçeya Arganê bi hêceta parvekirinên li ser medyaya dîjîtal du rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Arganê daye destpêkirin de li gundê Garran ê girêdayî navçeya Argan a Meletiyê du kes hatin binçavkirin. Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Meletiyê Nûrettîn Kimik û rêveberê HDP’a Arganê Mûrat Çatak ên tê îdiakiri ku bi rêya medyaya dîjîtal “propagandaya rêxistinê kirine” birin Fermandariya Cendermeyan a Akçadagê.