Rapirsiya zimanê kurdî: Xelk dixwaze kurdî bibe zimanê fermî 2022-04-07 13:04:27   AMED - Friedrich Ebert Stiftung û Navenda Lêkolînê ya Rawestê têkildarî zimanê kurdî li bajarên bakurê Kurdistanê rapirsiyek kir. Li gorî rapirsiyê xelk ji sedî  73,8 dixwaze kurdî bibe zimanê fermî.    Saziya Almanî Friedrich Ebert Stiftung ya Nûnrtiya wê li Tirkiyê û Navenda Lêkolînan a Rawestê bi hev re bi pêşengiya Navenda Xebatên Kurdî lekolînek bi navê “Projeya Nexşeya Ziman” kirin. Ew lêkolîn ango rapirsî li bajarên Amed, Mêrdîn, Wan û Rihayê yên bakurê Kurdistanê hat kirin. Li gorî rapora rapirsiyê bi 5 hezar û 96 kesan re rapirsî hatiye kirin. Yê beşdarî rapirsînê bûne ji sedî 79’ê wan kesên bi zaravayê kurmancî diaxivn, ji sedî 9’ê wan kesên bi zaravayê zazakî diaxivin û ji sedî 11’ê wan jî kesên bi erebî diaxivin e.    DIXWAZA ZIMANÊ FERMΠ   Di rapirsiyê de li heremên ku kurd dijîn ji sedî 73,8’ê wan dixwazin ku zimanê zikmakî bibe zimanê perwerdeya fermî. Rêjaya daxwaza kesên ji bilî zimanê tirkî zimanê din jî ders bê dayîn jî sedî 79,8 e.    Ji sedî 80,8 dixwazin ku di şeradayariyan de xizmet bi zimanê kurdî bê dayîn.    Di encama rapirsiyê de ev xal derketin pêş:   * Mijara zimanê zikmakî dê demên pêş de peşî li sîyasetmedarên kurd veke.   * Dixwaza kurdan a hevpar û herî girîng zimanê zikmakî ye.   * Dixwaza zimanê zikmakî her diçe zêdetir dibe lê ew daxwaz bêrêxistin e.   * Hilbijêrên ku herî zêde bi kurdî diaxivin HDP’ î ne.   * Her çiqas karina axaftin û fêmkirina zimanê zikmakî zêde be jî, di jiyana rojane de axaftina ziman lawaz e.   * Rêjeya zanîn û axaftina ziman di nava mêran de ji ya jinan zêdetir e.   * Axaftina ziman li navenda bajaran ji gundan kêmtir e.