Şirnex û Mêrdîn di nava tozê de man 2022-04-07 11:03:10   ŞIRNEX - Ligel bayê zêde Şirnex û Mêrdîn di nava tozê de man.    Li gel bayê zêde navçeyên Cizîr û Silopiya yên Şirnexê û navçeyên Qoser û Nisêbînê yên Mêrdînê û navenda wê di nava tozê de man. Ji ber toza zêde, mirov ji 100 mîtroyan wêdetir nabînin. Pisporan hişyar kirin ku welatiyên ku nexweşiyên weke astim û bronşîtê pê re hene heta ku mecbûr nebin divê dernekevin derve.