Şêniya Ben û Senê: Dewlet hat, ev der kir çolistan 2022-04-07 09:04:17 AMED - Mevlude Yimaz ku xaniyê wê yê li Ben û Senê hat xerakirin, got: "Dewletê ew ji me stend, bû malê dewletê û niha ev der kirine çolistan."  Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin di 10'ê tebaxa 2020'an de di bin navê "Restorekirina sûran û paqijkirina derdora wê" de, dest bi xerakirina xaniyên li kêleka Birca Ben û Senê ya Taxa Şehîtlikê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê kir. Tevî hemû bertek û nerazîbûnan jî heya niha bi hezaran xanî hatine xerakirin.    Ji kesên xaniyên wan hatine xerakirin yek jê jî xaniyê malbata Yilmaz e.    DEWLET HAT, KIR ÇOL Û ÇEPER   Mevlude Yilmaz (60) ku jiyana wê li Amedê derbas bûye, 10 zarokên xwe li Ben û Senê mezin kiriye got: "Jiyana li vir pir xweş bû. Navbera me û cînaran pir xweş bû. Dewletê ew ji dest me stend, bû malê dewletê û niha ev der kirin çol û pesarr."    ‘BÊRIYA BEN Û SENÊ DIKIM'   Gava nû dest bi xerakirina xaniyan hat kirin şêniyên Ben û Senê, bi qasî salekê li ber xwe dan û nehiştin xanî bên xerakirin. Yilmaz jî yek ji wan kesê li dijî hilweşandinê derketibû bû. Yilmaz got: "Bi pereyê ku dan me odeyek jî pê nayê stendin. Me qebûl nekir. Lê ne derdor ma ne cîran ne jî jiyana berê. Em jî rabûn çûn."    Malbata Yilmaz niha li Taxa Şehîtlikê di xaniyekî bi kirê de ye. Yilmaz bi lêv kir ku bi zorê debara xwe dikin û wiha behsa jiyana li Ben û Senê kir: "Me li vê taxê bi rihetî debara xwe dikir. Niha em hatine Şehîtlikê. Lê sebra min li vir nayê. Ew trîlyonan qezenc dikin, lê radibin 90 hezarî didin gel û dibêjin biçin."    Abdullah Yilmaz (20) jî li Ben û Senê çêbûye. Yilmaz kavilên taxa xwe nîşan da û got: "Ez li vir çêbûme. Min li vir xwarin xwariye, ez li vir giriya me, keniyame û min li vir bi xaran lîstiye... Li vir bîranînine min ên pri xweş hene, lê niha kes nemaye, her kes çû. Ji bo kar çûm gelek bajaran, lê li tu derî bi qasî vira kêfxweş nebûm. Jiyana li vir, hilmijandin bayê vir, tiştekî pir cuda ye."    Malbata Yilmaz, niha hewl dide bi 90 hezar lîreyê tirk ku beranberî xaniyê xwe wergirtine çend salan di kirê de bimînin. Lê dibêjin gava ev pere biqede dê çi bikin. Abdullah Yilmaz got: "Em nizanin. Bi xebatê nabe. Ez diçim 12 saetan xizmeta mirovan dikim û heqdesta min 100 TL ye. Ew 100 TL di cî de xelas dibe. Bi her awayî zirarê didin me."    ‘NIKARIN BÎRANÎNÊN ME XERA BIKIN'   Yilmaz, wisa difikire armanca xerakirina Ben û Sen turîzm e. Yilmaz ji bo vê got: "Sirf ji bo turîst bên du sê deqîqeyan ji bo wêneyan kêfxweş bibin, lê kêfxweşiya me ya li vir a bi dehên salan tarûmar kirin. Gava mirov hema wisa lê mêze bike dibe ku bi meriv hêsan bê, lê jiyana her kesî ne wekhev e. Ev dîmen ji bo me pri girîng e. Kes kesî fêm nake. Dibe ku her tişt biçe, lê dê fikirên me bimînin. Xera kirin, tenê kevir mane. Xaniyên me xera kirin, lê dê nikaribin bîranên me û fikirên me xera bikin."    MA / Eylem Akdag