Li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin 2022-04-07 09:04:16 WAN - Hevseroka TÛHAY-DER a Şaxa Wanê Edîbe Babûr diyar kir ku mirinên bi guman ên li girtîgehan zêde dibin û bang li desthilatê kir ku dawî li vî tiştî bîne. Li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin. Li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); li girtîgehan 605 jê giran herî kêm hezar û 604 girtiyên nexweş hene. Hevseroka Şaxa Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan (TÛHAY-DER) a Wanê Edîbe Babûr got, girtîgeh veguherîne "mirinxaneyan."    Babûr, bilêv kir ku girtî bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Babûr, anî ziman ku di nameyên girtiyan de gelek binpêkirinên mafan tên ragihandin û wiha domand: "Li girtîgehan binpêkirinên mafan gihiştina asta herî jor. Di nameyên girtiyan û serlêdanên malbat û girtiyan de tê ragihandin ku ji ber ku girtî jimariya ser pêyan qebûl nakin tên derbkirin, mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin, cezayên hucreyê li wan tên birîn. Her wiha mafê bingehîn ên girtiyên nexweş tên astengkirin û înfaza girtiyan tê şewitandin. Yanî girtîgeh veguherîne mirinxaneyan."    GIRTÎGEHÊN TÎPA S   Babûr, destnîşan ki ku li Îdirê girtîgeha Tîpa S'yê heye û li vê girtîgehê binpêkirinên mafan pir zêde bûne. Babûr, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê Hogir Batûr ji bo binpêkirinên mafan protesto bike, 120 roj in di greva birçîbûnê de ye. Em dizanin ku girtîgehên bi vî rengî dê berbelav bibin. Anku li rêyekê digerin ku dê çawa girtiyan bikujin."    DESTEYÊN ÇAVDÊRIYÊ   Bi domdarî Babûr, bilêv kir ku ji aliyê desteyên çavdêriyê yên girtîgehê ve înfaza bi hezaran girtiyan hatiye şewitandin û malbatên girtiyan ên ku vî tiştî qebûl nakin jî dest bi Nobeda Edaletê kirine. Babûr, got ku ev komîsyon, komîsyoneke formalîte ye û wiha pê de çû: "Ji bo tepisandina têkoşîna girtiyan hatiye avakirin. Di hiqûqê de tu cihekî wê tune ye. Girtî înfazên xwe temam kirine, lê ev deste înfaza wan dişewitîne. Armanca vê desteyê ew e ku girtiyan bi salan di girtîgehê de bihêle. Ev li gor fermana desthilatê hatiye avakirin."    BERPIRS DESTHILAT E   Di berdewamê de Babûr anî ziman ku berpirsê mirinên li girtîgehan desthilata AKP'ê ye û axaftina xwe wiha qedand: "Divê demildest dawî li binpêkirinên mafan bê. Girtîgeh veguherîne mirinxaneyan. Lewma divê desthilata AKP'ê û wezaretên dad û tenduristiyê yên girêdayî desthilatê dawî li van binpêkirinan bînin. Divê ev desteyên bi fermanên wan hatine avakirin bên feshkirin."