'Polîtîkaya bêcezahiştinê bi polîs û leşkeran kurdan dide kuştin' 2022-04-07 09:04:11 AMED - Endama Komîsyona Hiqûqê ya ÎHD'a Amedê parêzer Derya Yildirim, diyar kir ku polîtîkaya bêcezahiştinê ku li erdnîgariya kurdan tê meşandin dibe sedem ku polîs û leşker kurdan bikujin.  Li bakurê Kurdistanê, ji salên 1990'î ve zarok û ciwanên kurd bi rêbazên cuda ji aliyê polîs û leşkeran ve tên kuştin û bêceza tên hiştin. Herî dawî di 25'ê adarê de li navçeya Eyyubiyê ya Rihayê, zarokê bi navê Mûharrem Aksem li qada perwerdeya guleberdana polîsan mirî hat dîtin. Rexmî ku ji laşê Aksem 12 parçeyên metal hatin derxistin jî kes ji ber bûyerê nehatiye girtin. Tenê derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û biryara nepeniyê li ser dosyayê ye. Dîsa polîsê bi navê Idrîs Aksoy ku li Amedê maşîneya zirxî li zarokê bi navê Efe Tektekîn xistibû û bûbû sedem ku jiyana xwe ji dest bide jî jî beriya hefteyekê beraet kiribû.    Endama Komîsyona Hiqûqê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê parêzer Derya Yildirim, derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku kurd ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê ji aliyê polîs û leşkeran ve tên kuştin.    'DIKARIN HER TIŞTÎ BIKIN'   Parêzer Derya Yildirim, anî ziman ku dewlet li erdnîgariya kurdan polîtîkayên bêcezahiştinê dimeşîne û wiha got: "Di doza Efe Tektekîn ku bi wesayîta zirxî hatibû kuştin de polîsê kujer Idrîs Aksoy beraet kir. Li Rihayê Mûharrem Aksem li qada ku polîsan perwerdeya guleberdanê lê didin bi awayekî biguman mirî hat dîtin. Di doza Kemal Kûrkût de jî biryar dan ku ceza nayê dayîn. Ev jî nîşan dide ku dewlet li erdnîgariye kurdan polîtîkayên becezahiştinê dimeşîne. Polîtîkayên bêcezahiştinê jî dibe sedem ku hêzên dewletê dikarin her tiştî bikin. Dewlet bi van biryaran dibêje ku sûc tune ye. Ew bi talîmatan hatine kuştin."   NE JI BO EWLEHIYÊ NE TIRSANDINÊ NE   Yildirim, destnîşan kir ku kuştinên bi maşîneyên zirxî û ji aliyê polîs û leşkeran ve polîtîkaya dewletê ya li hemberî kurdan nîşan dide û ev tişt anî ziman: "Gera wesayîten zirxî ya li tax û kolanan bi tena serê xwe binpekirina mafan e û li dijî hiqûqê ye. Dibin sedema kuştina zarokên kurd. Di biryarên ku derbarê van bûyeran de tên dayîn jî diyar dibe ku dewlet ji bo vê rewşê tevdîran nagirê. Li gorî raporên 10 salên dawîn, kuştina zarokan û binpekirina mafan her sal zedê dibe. Ji bo ku pêşî li kuştinên zarokan bê girtin divê cihe ku welatî lê dijîn wesayîten zirxî û hêzên leşkerî negerin. Divê maşîneyên zirxî li derveyî bajar bên girtin. Dewlet dibêjê ew ji bo ewlehiyê maşîneyên zirxî li bajar bi cih dike lê di rastiyê de ne ji bo ewlehiye lê ji bo ku ji gel bitîrsînin û hezm bikin maşîneyan li nava bajar bi cih dikin."