Rojnameger Alataş li ser gora xwe hat bibîranîn 2022-04-06 15:46:18   EDENE - Xebatkarê Azadiya Welat Metîn Alataş, di 12'emîn salvegera mirina xwe de li gora xwe hat bibîranîn.    Xebatkarê Azadiya Welat ku bi KHK'ê hatibû girtin Metîn Alataş, beriya 12 salan li Edenê hat kuştin û cenazeyê wî li baxçeyekê portaqalan daleqandî hat dîtin. Alataş, li ser gora xwe ya li Goristana Kuçukobayê hat bibîranîn. Malbata Alataş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), endam û rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Xizmên xwe Winda Kirine ya Akdenîzê (AYKAY-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) a Edenê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hkumxwaran a Edenê ya Akdenîzê (AATUHAY-DER), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edenê, Meclisa Ciwanan a HDP'ê ya Edenê, Dayikên Aştiyê û xebatkarên çapameniya azad jî gelek kes li Goristana Kuçukobayê hatin gelhev. Di bîranînê de beşdarên merasîmê wêneyên Alataş danîne ser gora wî.    'SILAV LI KESÊN KU TÊKOŞÎNÊ MEZIN KIRIN'   Di bîranîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de dûrişmeya "şehîd namirin" hat berzkirin. Di bîranînê de endamê AYKAY-DER'Ê Mehmet Mîrza Koklî, axivî û diyar kir ku wê têkoşîna Alataş bidomînin. Dayika Alataş Hatûn Alataş jî diyar kir ku ji bo darizandina kesên kurê wê kuştine têbikoşe û ev tişt got: "Spasiya hevalên Metîn ku wî ji bîr nekirine dikim. Silav li kesên ku vê têkoşîNê mezin dikin."   'EM Ê TÊKOŞÎNA WÎ MEZIN BIKIN'   Hevserokê DFG'ê Serdar Altan jî destnîşan kir ku beriya 12 salan dema ku hewl daye heqîqetê bigihîne gel li ser karê xwe hatiye kuştin û di şexsê Alataş de hemû şehîdên çapemeniyê bi bîr anî. Altan, bi lêv kir ku di serdemên tarî de gelek rojnameger hatine kuştin û wiha axivî: "Rexmî hemû zehmetiyan jî her demê hevalên me hewl dan rastiya ji gel re ragihînin. Yek ji van hevalên me jî hevalê me Metîn bû. Hevalê me di rêya heqîqetê de hat kuştin. Îro Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin e. Em îro careke din li vir dibêjin; em ê têkoşîna xwe hevalên xwe mezin bikin."   Piştî axaftinan beşdarên merasîmê gul û qurnefîl danîn ser gora Alataş.    Her wiha serdana gora belavkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû ku hatibû kuştin û nûçegîhanê DÎHA'yê Volkan Eryîgît ku di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest dabû jî hat kirin.