Malbatên girtiyan: Pirsgirêkan çareser bikin wê sibê pir dereng be 2022-04-06 15:19:08   AMED -  Malbatên girtiyan ên li ber Saziya Tiba Edlî çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê domandin, bang li Wezîrê Dadê kirin û wiha got: “Divê pirsgirêk demildest bên çareserkirin. Heke dê sibê pir dereng bibe.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Baroya Amedê dabû destpêkirin di roja 142’yan de didome. Malbatan îro li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Endam û rêveberên MED TUHAD-FED, TUAY-DER, MEBYA-DER, DBP, OHD û MED-DER’ê jî piştgirî dan malbatan.   ‘JI BO ÇARESERIYÊ GAVAN BAVEJIN’   Di çalakiyê de ewilî Herdem Mervanî axivî. Mervanî, bi lev kir ku demekê dirêje nobeda xwe ya edalete didomînin û wiha got: “Gelek kesan gotinên xwe kirin lê pirsgirêk bi gotinan çareser nabin. Çareserî di tevgerê de ye. Çareseriya ku em dixwazin nehatiyê bi cih. Ji ber ku em muxatabekî nabînin. Yek ji muxatabên me jî wezirê edaletê ye, lê heya niha bersivekê erenî nedaye me. Saziyên sivîl ku piştgiriyê didin me, tên asteng kirin. Ew astengkirin tên wê wateyê ku pirsgirêk zêdetir mezin bibin. Daxwaziya me ew e ku pirsgirekên heyî bên çareserkirin. Banga me li partiyên siyasî û Wezîrê Dadê ew e ku bila ew pirsgirêk werin çareser kirin, heke dê sibê pir dereng bibe.”   ‘BILA GIRTIYEN NEXWEŞ DEMILDEST BÊN BERDAN’   Nazîme Boltan jî destnîşan kir ku divê girtiyên nexweş demildest bên berdan û wiha axivî: “Bila nexweşên me demildest bên berdan û em bixwe tedavîya zarokên xwe bikin. Mafên zarokên me binpê dikin. Raporên zarokên me nadin, ji xwe nexweş in li ber çavan in. Daxwaza me ew e ku girtiyên nexweş bên berdan.”   Çalakiya malbatan bi dirûşmeya “Heq hiqûq edalet” bi dawî bû.