Malbata Şenyaşar: Werin em li ber deriyê edliyeyê bi hev re fitareyê bikin 2022-04-06 12:35:06   RIHA - Dayika Emîne Şenyaşar di çalakiya îro de hemû kes vexwend fitareya li ber deriyê edliyeyê û wiha got: “Êdî taqet di min de nemaye ku tiştên hatine jiyîn rakim. Êdî bes e.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Ji bo dîtina kujeran û darizandina wan, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kir. Çalakiya malbatê di roja 394’an de berdewam kir. Emîne û Ferît Şenyaşar di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê û li “Quncikê malbata Şenyaşar” dest bi çalakiya xwe kirin. Di çalakiyê de ev pankart hatibû hilayîstin: “Hevjîn û du kurên min li nexweşxaneyê qetil kirin lê yek kes jî nehatiye girtin! Bi fermana serdestan re kurekî min ev 4 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Dixwazim ku kurê min di zûtirin dem de were berdan. Edalet ji bo malbata Şenyaşar û hemû kesî.”    ‘YÊ KU NIFIRA DAYIKEKÎ LÊ TÊ KIRIN TU CARÎ ÎFLEH NABE’    Di heman demê de dowîza “Têkoşîna me ya heq, hiqûq û edaletê ya li dijî hiqûqa serdestan, di roja 394’an de bedewam dike” hatibû daliqandin. Di çalakiyê de Ferît Şenyaşar anî ziman ku Nobeta Edaletê di bin “zilmê” de derbas dibe û wiha got: “Em di meha Remezanê de ne. Meha Remezanê, meha hevhelalkirinê ye. Ev 394 roj in dayikek li ber deriyê edliyeyê li benda edaletê ye. Kurekê wê di hucreya yekkesî de tê ragirtin, hevjîn û du kurên wê jî hatine qetilkirin. Lê yek kes jî nehatiye girtin. Bi destê darazê li ber deriyê edliyeyê zilm tê kirin. Rayedarên welêt, bi munasbeta meha Remezanê peyaman parve dikin. Dibin hevkarê vê zilmê û bi malbatên wan re fitareyê dikin. Ez bang li hemû rayedaran dikim ku bi wijdan tevbigerin û biedalet bin. Hemû dinya vê derhiqûqiyê dişopîne. Kesekê ku nifira dayikekê lê hatiye kirin tu carî îfleh nabe. Hûn jê dê îfleh nebin. Ne îslamiyet û ne jî mirovahî vê qebûl nake.”    HEMÛ KES VEXWEND FITAREYÊ   Şenyaşar, diyar kir ku di roja 5’an a Remezanê de ne û wiha domand: “Em ê dîsa fitareya xwe li pêşiya edliyeyê bikin. Em hemû kesî vedixwînin fitareyê. Remezan, meha parvekirinê ye. Em jî dê îro li pêşiya edliyeyê fitareya xwe bikin û nanê xwe bi hemû kesî re parve bikin.”    DAYIK: EZ NEÇARIM BÊM VÊ DERÊ    Dayika Emîne Şenyaşar jî destnîşan kir ku hemû kes di meha Remezanê de li mala xwe fitareya xwe dike û ev tişt anî ziman: “Mala min xera kirin. Nikarim li malê rûn im. Ez neçarim bêm vê derê. Hemû kes di nava zarokên xwe de ye. Çima ewqas dikevin guneha me? Dê li dinyaya din çawa hesaba vê bidin? Bila kurê min berdin ku ez jî biçim mala xwe. Edalet nîne. Ez bi rojî me û nexweş im. Heke bimrim jî bila mirina min li ber deriyê edliyeyê be. Êdî taqet di min de nemaye ku van tiştan rakim. Êdî bes e.”    Her wiha malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî jî ev peyam parve kir: “Nobeta me di roja 394’an de ye. Bi malbatên ku bi destê darazê zilmê dikin re fitareyê dikin. Di roja 5’an a Remezanê de em fitareya xwe li ber deriyê edliyeyê vedikin. Em hemû kesên ku derfeta wan heye vedixwînin #Adaletsofrası yê.”