Doza SES’ê dest pê dike: Em li pişt mafdariya xwe ne 2022-04-06 11:23:07   ENQERE - Hevseroka Giştî ya SES’ê Selma Atabey têkildarî doza li Hevseroka Giştî ya SES’ê û endamên wê hatiye vekirin axivî û wiha got: “Dozeke kompasê ye. Em li pişt kirin û mafdariya xwe ne.”    Danişîna yekemîn a doza ku li Hevseroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) û endamên MYK’ê hatiye vekirin dê îro li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. Gelek rêveberên sendîka û rêxistinên civaka sivîl jî dê beşdarî danişînê bibin. Nûnerên Enternasyonala Xizmetên Cemwariyê (PSI), Federasyona Sendîkayên Xizmetên Cemaweriyê ya Ewropayê (EPSU) û UNISON jî dê di çarçoveya piştevaniyê de dozê bişopînin.    Hevseroka Giştî ya SES’ê Selma Atabey beriya danişînê bi ajansa me re axivî. Atabey, diyar kir ku di 25’ê gulana 2021’an de hatibûn binçavkirin û wiha got: “Em 8 rojan binçavkirî man. Me wê demê zanî bê ka bi çi tên sûcdarkirin. Du hefte berê jî îdianame hat ber destê me. Rêveberên ku bi salane xebatên sendîkayî dimeşînin bi îdiayên tirsnak sûcdar kirine. Jixwe kenê mirov bi delîlên wan tê. Me di daxuyaniyekê de pirsgirêkên xebatkarên tenduristiyê anîbûn ziman û ev weke delîl nîşan dane. Di pêvajoya pandemiyê de ji bo piştevaniyê me Kampanyaya Malbatên Xwîş û Bira dabû destpêkirin. Ev jî weke sûc hatiye destnîşankirin.”    'DOZA KOMPASÊ’   Atabey, anî ziman ku dê di danişînê de hem xwe û hem jî sendîkaya xwe biparêzin û axaftina xwe wiha qedand: “Hevseroka Giştî ya SES’ê ya berê Gonul Erden ev 8 meh in girtî ye. Divê şandeya dadgehê fêm bike ku ev doz, dozeke kompasê ye. Em dizanin ku dê beraetê bidin. Em li pişt kirin û mafdariya xwe ne.”