Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê hişyariya provokasyonê hat kirin 2022-04-06 09:42:12   ANTALYA - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tên ragirtin, li dijî provokasyonên îdareyê xwestin ku parazvanên mafên mirovan û Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê li girtîgehê lêkolînan bikin.    Girtîgehên Tîpên S ku ji aliyên parazvanên mafê mirovan re weke “qadên tecrîdê yên nû” tên binavkirin, ji roja hatine avakirin heta niha bi binpêkirinên mafan di rojevê rayagiştî de ne. Yek ji van jî Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê ye. Girtiyên di vê girtîgehê de tên ragirtin, li dijî pêkanînên keyfî yên îdareyê têdikoşin.   Girtiyan bi rêya malbatên xwe binpêkirinên mafan ji raya giştî re parve kirin. Girtiyan diyar kirin ku gardiyan ji derveyî qawişê li korîdorê hejmarê li wan ferz dikin û ev bang kirin: “Qawişên me ji hev vediqetînin û DAÎŞ û FETO’yiyan têxin navbera qawişên me. Ev provokasyoneke. Li dijî vê yekê 4 roj in em çalakiya derî lêdan û berzkirina dirûşmeyan li dar dixin. Heke ev pêkanîn neyên bidawîkirin, em ê bi awayekî cuda li ber xwe bidin. Dive hemû parazvanên mafên mirovan û Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê demildest bên serdana Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê û li girtîgehê lêkolînan bikin.”