Ji bo malbatên girtiyan şahiyeke piştevaniyê hate lidarxistin 2022-04-05 23:36:45   AMED - Bi peşengtîya TUHAY-DER’ê û Komelaya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ji bo piştevaniya bi malbatên girtiyan re şahiyek hat lidarxistin.   Bi peşengtîya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyen re ya Amedê (TUHAY-DER) û Komelaya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ji bo piştevaniya bi malbatên girtiyan re li Tesîsên Demîrokê yên li navçeya Rezan a Amedê şahiyek hat lidarxistin. Hevseroka Gîştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Dersim Dag,  aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên DBP'ê û HDP'ê yên bajêr û navçeyan, endamên MEBYA-DER, TUHAY-DER , MED TUHAD-FED , MED-DER , OHD'ê, xebatkarên Ma Musicê û gelek kes tevlî şahiyê bûn.    Di şahiyê de hunermend Mizgîn Tûran, Şerzat û Azad Bedran derketin ser dikê. Girseyê li ber stranan govend gerandin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê serok jiyan nabe” berz kirin.    Şahî bi govend û tililiyan bi dawî bû.