Malbata girtiyê ku xwîn çûye ser mejiyê wî: Bûyereke bi guman e 2022-04-05 21:45:18   MANÎSA  - Mehmet Sevînç ê di Girtîgeha Akhîsarê de xwîn çû ser mêjiyê wî, hê jî di beşa awarte de ye. Malbata wî got, gumanên wan hene û agahiyên bi dest wan ketine li hev dernayên.    Hatibû derpêşkirin ku Mehmet Sevînç ê 28 sal in girtiye û di Girtîgeha Akhîsar a Manîsayê de ye, di 3'yê Nîsanê de, saet di 3'yê şevê de li qawîşa xwe ya yek odeyî li ser nivînan bi awayekî jixweçûyî hatiye dîtin. Piştî ku Sevînç rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Mûstafa Kîrazoglû ya Akhîsarê û ew emeliyat kirine haya malbataê pê hatiye xistin. Îdareya girtîgehê ji malbatê re gotiye gava serê sibehê gardiyanan taştê ji Sevînç re birine, dîtine ku Sevînç bi awayekî jixweçûyî li ser nivînan dirêj kirîbûye û paşê ew rakirine nexweşxaneyê.    REWŞA WÎ XIRAB E   Piştî îdare haya malbatê pê xistiye, malbat jî duh danê nîvro ji Kocaeliyê çûye nexweşxaneya Akhîsarê û hîn bûye ku qeyda nexweşxaneyê ya Sevînç di 3'yê Nîsanê de saet di 03.50'yê şevê de hatiye çêkirin.    Sevînç, di beşa awarte ya nexweşxaneyê de ye û rewşa wî xedar e.    Keça wî Berîvan Sevînç, diyar kir ku ev bûyereke bi guman e û got: "Gava em çûn nexweşxaneyê, me pirsa bijîşkên wî kir. Li beşa lezgîn kesî tiştek ji me re negot. Me jî rastgele navê bavê min ji bijîşkekî re got û me jê pirsî bê ka haya wî jê heye yan na. Bijîşk jî ji me pirsî, "girtiyê li girtîgehê xwîn çûye ser mêjiyê wî?" Me jî pirsî, 'Qey xwîn çûye ser mêjiyê wî?' Bijîşk jî got, "belê." Piştî vê em şandin cem bijîşkê ku ew emeliyat kiriye. Bijîşkê ku bavê min emeliyat kir, got li girtîgehê wisa bûye û ew emeliyat kirine û rewşa wî xedar e. Ji xeynî vê tu tişt ji me re negotin. Îro min xwe avêt dexlê bijîşkekî din ê ketibû emeliyata wî. Min jê re got, min ji zû de bavaê xwe nediye û dixwazim cara dawî wî bibînim. Bijîşk got, 'Temam deqekê du deqeyan dikarî bibînî.' Min ji vî bijîşkî jî pirsî, got wî ewilî mudaxile kiriye û got, 'an ketiye an jî derb xwariye. Yan na ev tişt xwe bi xwe wisa çênabe.' Min pirsî bê ka dewsa derban hebûye yan ne. Tenê got, 'Me nikaribû xwînê bisekinîne.' Ji ber ku esker ji nişka ve ketin hundir û em derxistin, min nedît bê ka bavê min derb xwariye yan na. Eskeran nehişt bijîşk tiştekî ji me re bibêje."    'BILA BÊ ZELALKIRIN'   Sevînç, destnîşan kir ku şik û gumanên wan hene û agahiyên li hev dernayên hene û xwest ev bûyer bê zelalkirin.