Kişanak: Ê dibêje ez pak im ê xwe ji dosyeyê xelas bike 2022-04-05 18:53:11       ENQERE - Gultan Kişank anî ziman ku divê Doza Kobanê bê sekinandin û got: "Bahtiyar Çolak dadgerekî tayinkirî ye. Ê dibêje ez pak im, demildest ê xwe ji vê dosyeyê xelas bike."   Danişîna 11'an a Doza Kobanê di roja şeşan de li Hêwana Kampusa Girtîgeha Sîncanê didome.    Piştî navberê parêzer Çîgdem Kozan axivî û got: "Duh we îfadeya şahidekî girt. We bi vî kesî hin kes dan teşxîskirin. Kesên navê wan di îfadeya vî kesî de tune bûn jî we pê dan teşxîskirin. Ez ji we re dibêjim daxilî nava şaşiyek wiha nebin. Ya hûn dikin dijî hiqûqê ye. Li gor usûlê guh li şahidan bikin."    Paşê parêzer Cenk Yîgîter û parêzer Cîhan Aydin jî axivîn û awayê darizandinê yê dadgehê rexne kirin.    Piştî parêzeran Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak ku qeyûm tayinî şûna wê hatibû kirin ji Girtîgeha Kandirayê bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bû. Kişanakê jî pergala darazê rexne kir û bal kişand ser rageşiya serê sibehê û bêhiqûqîtiya hat kirin: "Hûn doza çi dikin? Bi rastî jî fêm nakim. Hûn bi vî awayî dixwazin em danişînan protetso bikin? Ev der hucreyeke Tîpa F'yê ye. Her yek ji me ji odeyên xwe tê û gava me her sêyan tînin vira herî kêm nîv saet wext derbas dibe. Te dît dibêjin, 'ez çîzo mîzo nizanim gere îroi 5 ton porteqal bên berhevkirin.' Ger patronek hebe û ji we re wisa dibêje, ji xeynî vê bi tu awayî nikare bixebite. Qey gefan li we dixwin_ Qey we şantaj dikin? Nizanim. Ev çi telaşa we ye, he!"    Kişanakê di dawiya axaftina xwe de got: "Destê kê di berîka kê de ye ne diyar e. Dozeke kûmpasê ye ev. Ma hûn ê danişînê bi vî awayî bidomînin? Ma gere ez tim li benda vê SEGBÎS'ê bim? Qey nikarim hevdîtinê bi malbata xwe re bikim? Ma darizandinek bi vî awayî dibe? Em ne li benda qenciya we ne. Tenê em dixwazin hûn li gor pîvanên hiqûqa nivîskî tevbigerin. Gava ez ne li vira bim hûn nikarin guh li şahidan bikin. Em wekî xaçepirsekê dozê çareser dikin hela bê çi bûye an jî çi nebûye. Ewraqên daxilî nava dosyeyê tên kirin ji me re nayên şandin. Evana bisenifînin û ji me re bişînin.   Em ne zarok in. Em siyasetmedarine ku dikarin vî welatî bi rê ve bibin. Em li cihekî wisa zorbe rabûne û me siyaset kiriye. Berpirsiyariyên me hene. Ev welat, ev mirov, gelê me tişta baş kîjan be wê heq dike. Em baş dizanin ba ka çi çi ye, bê pa pergala hiqûqî û civakî çaw aye. Em hingî bi bêhiqûqîtiyê re rû bi rû man, em van titşan hîn bûn. Ji bo karibim baş parastinê bikim divê hemû ewraqên daxilî nava dosyeyê tên kirin bibînim. Hûn ê van ewraqan ji min û hemû hevalên min re bişînin.    Serê sibehê we derbarê tenduristiya Bahtiyar Çolak de raporek xwend. Dibe jiyana hinekan magazîn be, lê ya me na. Divê ewraq bigihê destê min. Divê ew ewraq bi awayekî fizîkî bê ber destê me ku em zanibin bê ka a rast kîjan e. Ez ji bo belgeya ku we serê sibehê xwend dikarim vê bibêjim: ez bûye dustûrek; vê yekê hem di siyasetê de hem jî di hiqûqê de dikin. Hûn nikarin bibêjin 'heta te got gur û rovî, post hat nîvî.' Ger dadgerekî dadgehê şerhê deyne, ma endamên din dikairn tiştekî bikin? Îmzeya dadger qebûlkirina îdianameyê ye."    Di vê navê de serokê dadgehê ket navberê û got: "Ger palpişteke vê angaşta te hebe, kerem bike îspat bike."    Kişanakê jî got: "Ger palpişteke qanûnî ya berevajî wê hebe, hûn ji min re îspat bikin. Di dîroka daraza Tirkiyeyê de tenê mînakekê bidin. Di hiqûqê de îçtihad heye, ne? Hem atenê mînakek îçtihadê nîşan bide, em îçtihadê qebûl bikin. Ez nikarim bêjim filan xala CMK'ê, lê wekî miroveke ku jiyana min tim bi bêhiqûqiyan re rû bi rû maye, ez bi mantiqa hiqûqê dizanim. Lewma divê ev doz bê sekinandin. Ev doz bi îdianameya ku Bahtiyar çolak amade kiriye nameşe. Wekî Bahtiyar Çolak bi xwe jî gotiye, ew keseke di nava kar û barên çetetiyê de bûuye. Rêxistinên çeteyan ên bi vî rengî heya hêzê ji desthilatê negirin nikarin pêş de biçin. Ew û îqtidara siyasî li dor heman berjwendiyan tevgeriyane. Li hev kirine. Karekî organîzeyî. Bahtiyar Çolak baş dizane ev yek wisa ye. Ev doza kûmpas anîn danîn ber wî û got, 'Ez dikarim ev qasî bikim.' Lê çima hûn bûn parçeyek vê kûmpasê? Ma darizandineke dûrî aqil û mantiqê pêkan e? Ev encama bazarekê ne û dê aşkere bibin. Divê ev pêvajoya kûmpasê hemû aşkere bibe."    Kişandakê di berdewama axaftina xwe de got: "We jî daye ser rêça Bahtiyar Çolak. Ê ku dîrokê tecellî dike edalet e. Tu tişt veşarî nemaye. Helbet wê aşkere bibe. Em li gor rêgezeke xwezayî ya dadgeriyê nehatin dadgehê. Em anîn ber heyeteke taybet. Çima bi taybetî Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê hat bijartin? Çima Bahtiyar Çolak ji dozên din hat azadkirin? Ne dadgerekî xwezayî bû, dadgerekî tayinkirî bû. Ji lew re ancax ev dosye radestî kesekî xwedî têkiliyên ev qasî qirêj bê kirin. Kesê hebikekî wijdan pê re hebûna û edaletparêz bûna îdianameyek wisa qebûl nedikir. Mar û dûpişk bûne xwişk. Çete hev du dîtine û radibin kumpasê di ser me re bi rê ve dibin. Ev dosye, dosyeyeke qirêjî ye. Ê dibêje ez pak im, demildest ê xwe ji vê dosyeyê xelas bike. Divê ev darizandin bê sekinandin. Ev bêhiqûqîtiya li ser bêhiqûqîtiyê ye. Tiştên ku Bahtiyar Çolak kirine hemû bêusûl bûn, niha jî bi şik û guman in. Siya çeteyan keytiye ser vê dosyeyê. Siyaset ne karekî ku meriv bi dizî bike. Lewma min li her derî bi dengekî bilind got. Li xweşa hin kesan neçûye, lewa min didarizînin. Ez ê li vira jî bibêjim. Ez ê bibêjim. Min çi gotibe, ez ê bibêjim. Tu tiştekî min ê ku veşêrim tune ye. Ez siyasetê dikim. Em ê nehêlin hûn wekî mehkûmên bêran mehê 15 roajn tiştekî dijî herka jiyanê bime bidin kirin."    Piştî axaftina Kişanakê îtirafkar Kerem Gokalp anîn hêwana danişînê.    Paşê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş axivî û got: "Hûn bêy lêpirsînê nikarin delîlan berhev bikin û şahidan guhdar bikin."