Têkildarî 38 siyasetmedarên kurd mutalaa nehat amadekirin 2022-04-05 17:14:41   AMED - Di doza ku parlamenterên HDP’ê Tayîp Temel, Pero Dundar jî di nav de bi giştî 38 siyasetmedarên kurd tê de tên darizandin, ji ber kêmasiyên di dosyayê de mutalaaya wê nehat amadekirin.    7’emîn danişîna Doza Sereke ya KCK’ê ku parlamenterên Partiyê Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel û Pero Dundar jî di nav de bi giştî 38 siyasetmedarên kurd tê de tên darizandin, îro li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Dadgeha Bilind biryara dadgehê ya derheqê Temel û Dundar de betal kiribû. Di danişînê de tu bersûc amade nebûn lê parêzerên hinek bersûcan beşdarî dozê bûn.    Di danişîna beriya niha de dosya ji dozgeriyê re hatibû şandin û biryar hatibû dayîn ku mutalaaya xwe amade bike. Lê belê dozgeriyê bi hinceta ku hinek kêmasî di dosyayê de hene, diyar kir ku mutalaa amade nekiriye.    Dozger xwest ku şahidê di dosyaya Alî Oruç de bê guhdarîkirin, biryara girtinê ya derheqê Heval Erdemlî de bê sekinandin û xwe li benda encama dosyaya Ercan Akyol bigirin ku niha li Dadgeha Îstînafê ye. Dozgeriyê da zanîn ku piştî temamkirina van kêmasiyan dê mutalaaya xwe pêşkeş bike.    Parêzerên bersûcan jî parastina xwe kirin û xwestin ku kêmasiyên di dozê de bên temamkirin. Şandeya dadgehê daxwazên dadgehê qebûl kir û danişîna dozê taloqî meha îlonê kir.